16:39 27 Gulan 2018
Valery Permyakov

Ji bo leşkerê Rûs cezaya muebetê hat dayîn

© RT .
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku ji bo leşkerê Rûs Valeriy Permyakov ê ku sala borî li bajarê Gumru yê başûrê Ermenîstanê 7 kesên ji heman malbatê kuşt, cezaya girtigihê ya muebet hat dayîn.

Navenda Nûçeyan — Dadgeha li Baregeha Leşkerî ya Rûs a li Gumruyê ji bo Permyakov ji ber sûcên wek kuştin, diziya bi çek û îhlalkirina sînor cezaya girtihehê ya muebet da.

Parêzerê Permyakov daxuyand ku ew hîn nizane ku muwekîlê wî wê li kuderê cezaya xwe bikişîne. Ji aliyê din ve parêzerê bi navê Ruslan Zakalyujniy jî ji bo Sputnikê axivî û got dibe ku Ermenîstan Permyakov teslîmê Rûsyayê bike.

Leşkerê Rûs Valeriy Permyakov di 12ê Rêbendana 2015a de ji malbetekê 7 kes kuştibû û piştî vê bûyerê li ser sînorê Ermenîstan û Tirkiyeyê ji aliyê leşkerên Rûs ve hatibû girtin.

Bi heman mijarî:

Cenazeyê leşkerê rûsî gihişt Rûsyayê
ÎDİA - Piştî operasyona Rûsyayê bi 100an leşkerê Îranê derbasî Sûriyê bûne
Rûsya: "Me êrişa bombeyî li dijî taxa El Katerjî pêk neanîye"
Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
Etîketan:
malbat, dadgeh, leşkerê Rûs, biryar, Sputnik, Baregeha Leşkerî ya Rûs, Ruslan Zakalyujniy, Valery Permyakov, Tirkiye, Rûsya, Ermenîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de