03:24 26 Gulan 2018
Anatoliy Antonov

Rûsya: "Ji bo mola însanî em li benda agahiyên De Mistura ne"

© Sputnik . Vladimir Pesnya
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Anatoliy Antonov ragihand ku ji bo 48 saetên mola însanî ya li Helebê em li benda agahiyên Styaffan De Misturane.

Navenda Nûçeyan — Cîgirê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Anatoliy Antonov di civîna çapemenî de pirs bersivandin û ragihand ku ji bo 48 saetên mola însanî ya li Helebê ku em bikaribin alîkariya însanî bighînin şêniyên herêmê li benda agahiyên Styaffan De Misturane.

Heyet sibê li Şamê dicive

Anatoliy Antonov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî peymana ku bi hikumeta Sûriyeyê re hatiye çêkirin ji bo ku 48 saetên mola însanî ku were ragihandin em li benda De Mistura ne, kengî barê alîkariya însanî yê Helebê amade bû em ê agirbestê ragihînin. Sibê li Şamê wê berpirsên Navenda Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê bi berpirsên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinekê pêk bînin. Piştî hevdîtinê pêwistiya herêm û rêya alîkariyê dê were kifşkirin."

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor konaşenkov rojên borî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ji bo gihandina alîkariya însanî em amade ne 48 saetan mola însanî ragihînin û wekî projeya pîlot em dikarin ji hefteya pêşiya me dest pê bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya 36 ton alîkariya mirovî şand Sûriyayê
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxwaza alîkariya sivîlan kir
Alîkariya pêşîn a navdewletî gihişt Qamişloyê
Ebû Emced: Me bi alîkariya gel, gund ji terorîstan paqij kirin
Sûriye: Erîşen Helebê bi alîkariya Tirkiyê çêdibin
Etîketan:
Agirbesta 48 saetan a mola însanî, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Cîgirê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Staffan De Mîstura, Anatoliy Antonov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de