04:52 19 Çile 2018
Zindî
    Vîtaliy Çurkîn

    Rûsyayê ji bo hevpeymana navdewletî got: Hûn pêşiyê li xwe binêrin

    © AFP 2018/ DON EMMERT
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmiyê NY yê Rûsyayê Vîtaliy Çûrkîn li ser daxuyaniyên welatên hevpeymana navdewletî yên li Konseya Ewlehiyê ya NY (BMGK) rexne li wan welatan girt û diyar kir ku bila welatên hevpeymanê pêşiyê li xwe binerin.

    Navenda Nûçeyan — Çûrkîn derbirî ku hinek endamên NY di nîqaşan de bi awayekî bêexlaqî tevdigerin û li hemberî Rûsyayê her cureyên provakasyonê tînin Konseyê. Çûrkîn dest nîşan kir ku ev welat di derbarê faaliyetên welatên xwe yên ne meşrû de jî bêdeng dimînin.

    Dîplomatê Rûs êrîşên hevpeymanê yên di 19ê Tîrmehê de li Minbicê û di 28ê Tîrmehê de li Gandurayê pêkanîn wek mînak dan û anî ziman ku welatên hevpeymanê di derbarê van êrîşan tu daxuyanî neda.

    Ji aliyê din ve Çûrkîn li ser gihandin alîkariyên mirovî yên li Helebê jî axivî û got divê ‘sekinandina alîkariyên mirovî' ji bo piştgiriya terorîstan neyê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Ji NY bo Rûsya û Tirkiyeyê peyam
    NY: Diyaloga Rûysa û Tirkiyeyê îşareteke baş e
    Rûsya: "Milîtanên Ceyş-ul Îslamê êrişî konvoya NY kirin"
    Rûsyayê, ji bo Zîrweya Însaniya Cihanê ya Stenbolê nameyek şand NY
    Etîketan:
    binêrin, li xwe, pêşiyê, hûn, Hevpeymana Navdewletî, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbuyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Vîtaliy Çurkîn, Heleb, Minbic, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de