16:39 27 Gulan 2018
Sûriye

Ji Rûsyayê bo Amerîkayê pêşniyara Sûriyeyê

© AP Photo / Bassem Tellawi
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Li gorî rojnameya Izvestiyayê, Rûsya ji bo ku balafirên hêza hewayî ya Amerîka û yên Sûriyeyê neyên beramberî hev pêşiyarek kir.

Moskova — Li gorî rojnameya Izvestiyayê ku dispêrê çavkaniyekî leşkerî, Rûsya ji bo ku balafirên hêza hewayî ya Amerîka û yên Sûriyeyê neyên beramberî hev pêşiyara mekanîzmayeke nû kir. Li gorî çavkanî, sedema vê pêşniyarê ji bo ku di demên dawî de tevgera balafirên Sûriyeyê li herêmê zêde bûye nîşan da.

Çavkaniyê leşkerî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Sûriyeyê di van çend rojên dawî de li herêma Hesekê bi awayekî aktîf tevgeriyan û dibe ev balafir li herêmên din jî vî karî pêk bînin. Wekî tê zanîn çikas firînên hewayî zêde bibin îhtîmala qewimandibû bûyeran jî hew çend zêde dibe. Sûriyeyî ne wekî Rûsyayê ne û nikarin rêyên peywendiyê bi Amerîkayê re bibinin.

Çavkanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku ev problem were çareserkirin, dibe Sûriye jî tevlî kordînasyona navbera Rûsya û Amerîkayê were kirin û halê hazir ev jî yek ji bijartekan e."

Li gorî rojnameya Izvestiyayê ev pêşniyara Moskovayê wê di civîna navbera Rûsya û Amerîka ya 26 û 27ê Tebaxê ku pêk were dê birnirxînin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Li Sûriyeyê 9 herêmên din jî tevlî agirbestê bûn
Rûsya: Li Sûriyeyê 8 herêmên din tevlî agirbestê bûn
Çavuşoglu ji Sputnîkê re: Rûsya û Îran jî wek me, bi yekîtiya axa Sûriyeyê re ne
Rûsya: "Balafirên me ku ji Îranê rabûn li Sûriyeyê li DAIŞê dan"
'Ne mimkun e ku Rûsya li Sûriyeyê, bombeya agir bikar bîne'
Etîketan:
Balafirên hêzên Artêşa Sûriyeyê, Hêza Hewayî ya Amerîkayê, Rojnameya Izvestiyayê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de