17:56 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mihail Gorbaçov

    Gorbaçov: "Amerîka demokrasiya xwe wekî pakêtên qahweyê dibe cihanê"

    © REUTERS/ SERGEI KARPUKHIN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mihail Gorbaçov ragihand ku Amerîka demokrasiya xwe wekî ku pakêtên qahweyê bibe li cihanê belav dike.

    Navenda Nûçeyan  — Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mihail Gorbaçov bi mûnasebeta salvegera hewldana derbeya 19ê Tebaxa 1991ê de axivî û ragihand ku di dema serokatiya min de min ji berpirsên amerîkî re digot hûn wekî pakêtên qahweyê demokrasiya xwe li cihanê belav dikin, bihêlin bila mirov ji xwe re tiştna hilbijêrin. Amerîka berê jî ev polîtîka dimeşand û niha jî dîsa heman tiştî dike.

    Amerîka nexwest Yekîtiya Sovyetê bibe welatekî demokrat

    Mihail Gorbaçov di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ku çima dewletên rojavayî piştgiriya reformên Yekîtiya Soveyetê nekirin bersivand û got: "Amerîka nexwest Yekîtiya Sovyetê bihêz û demokratîk bibe, lewra wan dizanîbû heke Sovyet bihêz bibe dê bibe alternatîfên polîtîkayên wan."

    Gorbaçov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Rûsyayê her çikas zor û zahmetî hebe jî divê bi teoriyên komployî derbeyên leşkerî pêk neyên."

    Bi heman mijarî:

    Gorbaçov: "Pûtîn û Erdogan tiştê rast dikin"
    Gorbaçov: ‘Hin kes dixwazin cihanê bêîstîqrar bikin'
    Gorbaçov: "Daxuyaniya NATOyê niyeta îlana şerê Rûsyayê ye"
    Gorbaçov bersiv da berpirsê ûkraynî:'Ez bi te re nakevim nîqaşê'
    Etîketan:
    Amerîka wekî pakêten qahweyê demokrasiyê dibe cihanê, Serokê Yekîtiya Sovyetê yê dawî, Mihail Gorbaçov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de