09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Lîza Peskova

    Keça Peskov: "Merheba Tirkiye"

    © Sputnik/ Ekaterina Chesnokova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keça Dmitriy Peskov Lîza Peskova ji bo betlanê derbasî Tirkiyeye bû û li ser hisabê xwe yê medya civakî Instagramê peyama ‘Merheba Tirkiye, me gelekî bêriya we kiriye' par ve kir.

    Moskova — Keça Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê ya Rûsyayê Dmitriy Peskov Lîza Peskova ji bo betlanê derbasî Tirkiyeye bû û wêneyên ku kişandibûn li ser hisabê xwe yê medya civakî Instagramê bi zimanê Rûsî ‘Merheba Tirkiye, me gelekî bêriya we kiriye. Deriyê Tirkiyeyê ji rûsan re vekiriye, li vir gelek hemwelatiyên rûs hene û pir ji me hezdikin' peyamek par ve kir.

     

    Lîza Peskova di meha nîsanê de jî ji bo êrişên terorî yên Tirkiyeyê di hisabê xwe yê Instagramê de peyama ku bila raya giştî ya navneteweyî li hemberî van êrişan bêdeng neminin par ve kiribû.

    Lîza wekî bavê xwe Dmitriy Peskov û bavpîrê xwe ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTİB) Vladimîr Slotsînkî dixwaze bibe tirkolog û ji bo vê li Zanîngeha Dewlet a Moskovayê zimanê Tirkî fêr bibû.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Ewrûpa hewl dide ku têsîrê li pêvajoyên li Rûsyayê bike
    Peskov: "Dibe Pûtîn jî tevlî pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê bibe"
    Peskov: Ti gerên Pûtîn nehatin betalkirin
    Peskov: Pûtîn û Erdogan dibe ku berê G20ê hevdîtinê bikin
    Peskov: "Tu eleqeya hikumeta rûsî bi korsanên kompîteran re tuneye"
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTİB), Keça Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê ya Rûsyayê, Vladimîr Slotsînkî, Dmitriy Peskov, Lîza Peskova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de