20:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Pûtîn: Diyar e ku Ûkraynayê ev yek ji bo çi kiriye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyar kirin Srokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo beşdarbûna civîn a Konseya Ewlehiyê û civîneke ciwanan çûye Qirimê.

    Kîev — Serdana Pûtîn ya ji bo Qirimê 2 hefteyan piştî astengkirina hewldan a ketina tîmên taybet ên Ûkraynayî ya ji bo nîvgiravê, pêk hat. Pûtîn ê ku ji ber vê sedemê Konseya Ewlehiyê li Qirimê komkir, got "tê dîtin ku partnerên me yên li Kîevê xwestin rewş hîn xera bikin û diyar e ku wan ev yek ji bo çi kirine."

    Pûtîn dest nîşan kir ku "her çi qas rayedarên li Kîevê di derbarê têkiliyên dîplomatîk yên di asta balyozan de bêdil bin jî em ê têkiliyên xwe nebirin. Li beramberî van hemû tiştan ji bo pêşxistina têkiliyên me em ê derfetan ava bikin."

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev - Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/
    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev - Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn herwiha da zanîn ku di civîna Konseya Ewlehiyê de wê mijara pêşgiriyên ji bo ewlehiya welatiyên Qirimê jî werin axaftin.

    Ev serdana Pûtîn a ji bo Qirimê ji referandûma sala 2014 a ku Qirim bi Rûsyayê ve girêda vir ve serdana pêncemîn e.

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn wê serdana Qirimê bike
    Amerîkayê ji bo Qirimê bang li Ûkraynayê kir
    Rûsyayê Le Pen dawetê Qirimê kir
    Rûsya, hêrêma aborî ya taybet ya li Qirimê berfireh dike
    Etîketan:
    Serokdewletê Rûsyayê, Qirim, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de