00:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Rûsyayê

    Rûsya: "Me êrişa bombeyî li dijî taxa El Katerjî pêk neanîye"

    © Sputnik. Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 17ê Tebaxê de me tu operasyonên hewayî li dijî taxa El Katerji ya Helebê pêk neaniye.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna çapemenî de ragihand ku gelek caran me gotiye û em dîsa jî dibêjim hêzên hewayî yên rûsî li Sûriyeyê tucarî herêmên niştecih nakin hedef. Ev ji bo taxa El Katerjî ya Helebê ku demek berê ji bo ku însan werin tahliyekirin û koridor vebe jî ev tişt nebû.

    Umranê sûriyeyî ku li bajarê Helebê ji enqazê avahiyekê hat derxistin bû sembola wêraniya şerê li Sûriyeyê
    © REUTERS/ Medya Civakî
    Umranê sûriyeyî ku li bajarê Helebê ji enqazê avahiyekê hat derxistin bû sembola wêraniya şerê li Sûriyeyê

    Dîmênên mala Umran dide nişandan ku êriş ji terefê terorîstan ve pêk hatiye

    Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Navenda me ya şopandina agirbestê li Sûriyeyê her roj radigihîne ku kolan û malên niştecihan ji terefê grûbên terorîst ve bi hawanan tê bombebarankirin. Dîmênên mala ku Umran jê hat rizgarkirin jî didin nişandan ku ew êriş ji terefê grûbên terorîst ve pêk hatiye, lewra êriş ne êrişa balafirên şer e. Di destên terorîstan de pir zêde guleyê hawanan û balonên xazê hene û tê xuyakirin ku êriş bi van pêk hatiye."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em amade ne “navebereke mirovî” li Helebê bidin
    Şoygu: ‘Rûsya û Amerîka gelek nêzîn li Helebê operasyonek hevkar pêk bînin'
    Rûsya: Çapameniya Rojava derbarê rewşa Helebê de spekulasyon dike
    Rûsya: Ji Tirkiyeyê re armanca operasyonên mirovî yên li Helebê hat vegotin
    Rûsya: Êrişa kîmyewî ya li Helebê muxalîfên ku Amerîka piştgiriya wan dike pêk anîtin
    Etîketan:
    Êrişa li dijî taxa El Katerjiyê, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de