09:33 12 Kanûn 2017
Zindî
    Polêsên Rûsyayê

    Li Rûsyayê şikberekî ku bîad bi DAIŞê re kiribû hat binçavkirin

    © Foto: RIA Novosti/Vadim Jernov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şikberekî ku di amadehiyên êrişên terorî de bû li bajarê Samara ku dikeve başûrê rojavayê Rûsyayê bi operasyoneke taybet hat binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan - Şikberekî ku di amadehiyên êrişên terorî de bû li bajarê Samara ku dikeve başûrê rojavayê Rûsyayê bi operasyoneke taybet hat binçavkirin. Di lêgerîna mala şikber de belgeyeke ku bi rêxistina terorîst a DAIŞê re bîad kiribû hat dîtin.

    Medyaya Rûsyayê li ser zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ragihand, kesekî ji Asyaya Navîn ku di amadehiya êrişa terorî de bû bi operasyoneke taybet li bajarê Samarayê hat binçavkirin. Li gorî çavkanî di mala şikberê 34 salî de çifteyên AK-74, amûrên teqînê, pirtukeke rêber ku ji bo endamê DAIŞê hatiye amadekirin û belgeyeke ku bi rêxistinê re bîad kiriye hat girtinê.

    Şikber li xwe mikur hat ku amadehiya êrişan dike

    Hat ragaihandin ku şikberê li bajarê Samarayê hatiye binçavkirin ev demeke dirêj e di nava lîsteya qaçax debû û li xwe mikur hatiye ku di nava amadehiyên êrişî de bû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyeyê 8 herêmên din tevlî agirbestê bûn
    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
    Rûsya: Em amade ne “navebereke mirovî” li Helebê bidin
    Çavuşoglu ji Sputnîkê re: Rûsya û Îran jî wek me, bi yekîtiya axa Sûriyeyê re ne
    100 milyar dolar di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ne xeyal e
    Etîketan:
    Şikberekî DAIŞê hat binçavkirin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Samara, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de