10:31 22 Hezîran 2018
Army-2016 Fuarı

Li fuara Army-2016a wê zêdetirî 50 sêwir werin pêşkeş kirin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Hat diyar kirin ku Artêşa Rûsyayê di navbera 6 û 11ê Îlonê de li herêma Moskovayê wê fuara navnetewî ya bi navê ‘Army-2016' were lidarxistin û wê zêdetirî 50 sêwirên nû werin pêşkeş kirin.

Moskova — Yek ji rayedarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Tumgeneral Roman Koryukov ji bo Sputnikê axivî û got ji bo fuarê 107 welat hatiye dawet kirin. Koryukov diyar kir k udi fuarê de wê 40 beşên tematîk cih bigirin û wê derfet were dayîn ku sêwirên nû û sîstemên robotîk ên leşkerî werin nasîn. Koryukov da zanîn ku li gorî planên me wê 973 dezgeh û sazî bi zêdetirî 9 hezar berheman beşdarê fuarê bibin û got çekên modern û teçhîzatên leşkerî yên Artêşa Rûs jî li Saînt Petersburgê werin nîşan dan.

Herwiha Koryukov dest nîşan kir ku welatên BDTê qebûl kirin ku şandeyên fermî bişînin fuarê û got di nava van welatên BDTê de Azerbaycan, Belarûs, Qazakîstan û Ozbekîstan hene.

Dîsa Koryukov da zanîn ku ji welatên her dera cîhanê wê şandeyên leşkerî beşdarê fuarê bibin û got li gel welatên hevkar ên me wê ji welatên Herêma Asya-Pasîfîkê, Amerîka, Rojhilata Navîn, Ewropaya Rojhilat û Rojava û Efrîqayê jî şande werin fuarê.

Bi heman mijarî:

Japonya: "Operasyonên Rûsyayê Artêşa Sûriyeyê bi hêz dike"
Artêşa Rûsyayê tetbîqateke berfireh a moşekan pêk tîne
Pûtîn fermana ‘venêrîna ji nişka ve' da Artêşa Rûsyayê
Artêşa Rûsyayê piştî têkçûna Soviyetê dîsa xurt dibe
Etîketan:
pêşkeşkirin, sêwir, Army-2016, BDT, Sputnik, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Roman Koryukov, Qazakîstan, Moskova, Azerbaycan, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de