15:44 24 Hezîran 2018
Baregeha Hmeymimê ya Rûsyayê li Sûriyeyê

Şoygu: Baregeha Hmeymîmê ji bo têkoşîna bi terorîstan re pêwîst e

© Foto: Rusya Savunma Bakanlığı
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Parastinê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku ji bo têkoşîna bi komên terorîst re pêwîstiya wan bi Baregeha Hmeymîmê ya nêzîkê bajarê Lazkiyeya Sûriyeyê heye.

Navenda Nûçeyan — Şoygu ji bo televîzyona Rossiya 24ê axivî û got "ji bo têkoşîna li dijî komên terorîstan pêwîstiya me bi wê baregehê heye." Herwiha Şoygu bibîrxist ku di nava komên terorîst de gelek welatiyên Rûsyayê jî hene.

Berê jî rojnameya Îzvestiyayê nivisîbû ku Rûsya wê Baregeha Humeymîmê bi her awayî temam bike û wê yekîneyên xwe bi awayekî mayînde li wir bi cih bike. Çavkaniyên ku agahî dabûn rojnameyê gotibûn tê payîn ku peymana Rûsya û hikumeta Sûriyeyê ya li ser Baregeha Hmeymîmê îmze kirine, li parlamentoya Rûsyayê were qebûl kirin. Peyman di 9ê Tebaxê de ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve ji bo parlamentoyê hatibû pêşwazî kirin.

Bi heman mijarî:

Grûba sêyemîn a balafirên Rûsyayê ji baregeha Hmeymîmê vegeriyan
Rûsya: ‘Mixalifên nerm ên sûriyeyî li Hmeymîmê grûbeke nû avakirin'
Rûsya dê Hmeymimê bi pêş de bixe û berfireh bike
Hevpeymaniya Hmeymimê: Em Amade ne Muslimî bikin endamê xwe
Etîketan:
têkoşîn, komên terorîst, Serokdewletê Rûsyayê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Baregeha Hmeymîmê, Sergey Şoygu, Vladîmîr Pûtîn, Lazkiye, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de