23:51 21 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    “2017 dê sala zêrîn a têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê be”

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Yekîtiya Hinardeyên Konfeksyon û Kincên Amade ya Stenbolê (IHKIB) Hikmet Tanriverdi got: “Hêvî dikim di destpêka 2017an de vejîn dest pê bike. Bi vê berfirehbûnê re, hêvî ew e ku 2017 bibe sala zêrîn a têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê”.

    Navenda Nûçeyan — Tanriverdi diyar kir ku civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, nîşana wê ye ku dê di warê peymanên aborî de gavên erênî bên avêtin û ev dê bandorê li rewşa xebatê jî bikin û wiha dewam kir: Hêvî dikim di destpêka 2017an de vejîn dest pê bike. Bi vê berfirehbûnê re, hêvî ew e ku 2017 bibe sala zêrîn a têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê".

    "GELEK ŞIRKETÊN ME LI RÛSYAYÊ HATIN GIRTIN"

    Serokê IHKIBê diyar kir ku bazara Rûsyayê ji bo sektorê kincên amade yênTirkiyeyê yek ji giringtirîn bazaran e, û di sala 2014an de hinarde gihiştiye 412 milyon dolarî.

    Ji aliyekî din ve Tanriverdi diyar kir ku ji ber rewşa xerab a aboriya Rûsyayê û kêmbûna nirxê rûbela rûsî di sala 2014-2015an de, rewşa bazarê xerab bûbû û wiha dewam kir: "Par hinardeyên me bi Rûsyayê re daket 204 milyon dolarî. Meha Çileyê ji ber krîza balafira rûsî, ev rewşa kembex berdewam kir û girantir bû. Di 6 mehên dawî de bazara ku ji xwe rewşa wê nebaş bû, bi qasî 50% xerabtir bû. Gelek şirketên me hatin girtin û hinek hatin dewrkirin."

    "EZ HÊVÎ DIKIM KU 2017AN DE VEJÎN DEST PÊ BIKE"

    Tanriverdi diyar kir ku piştî hevdîtina Erdogan û Pûtînî ya 9ê Tebaxê, rewşa derûnî ya xerab bi dawî bû û wiha got: "Herdû cîranên mezin, pêdiviya Tirkiye û Rûsyayê bi hev heye. Di wê sedema tijî alozî de, wiha difikirim ku herdû welatan jî rastî dît. Wiha dibînim ku di çarîka dawî ya salê de, rewşa me Rûsyayê re baştir dibe. Ez hêvî dikim ku ku di destpêka 2017an de vejîn dest pê bike. Bi vê berfirehbûnê re, hêvî ew e ku 2017 bibe sala zêrîn a têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê".

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Tirkiye dê bi istixbarata xwe beşdarî têkoşîna li dijî DAIŞê bibe
    Erdogan: "Divê Tirkiye û Rûsya ji bo Sûriyeyê bibin yek"
    Rûsya û Tirkiye ji bo çareserkirina krîza barkêşiyê dicivin
    Rûsya: "Tirkiye di nava 6 mehan de 840 milyon dolar ji turîstên rûsî winda kir"
    Rûsya: "Ji bo operasyona Helebê me Tirkiye agahdar kir"
    Rûsya: "Ji bo destpêkirina îxracatê divê pêşî Tirkiye sozên xwe bîne cih"
    Etîketan:
    têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, aborî, Hikmet Tarniverdi, recep Tayyip Erdogan, Vladimir Pûtîn, Pûtîn, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de