13:45 21 Hezîran 2018
Stanîslav Çerçesov

Rahênere taximê futbolê yê Rûsyayê eşkere bû

© RT .
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Piştî îstifaya rahênerê taximê futbolê yê Rûsyayê Leonid Slutskiy, Wezîrê Spor ê Rûsyayê Vîtaliy Mutko navê rahênerê nû eşkere kir.

Moskova — Piştî îstifaya rahênerê taximê futbolê yê Rûsyayê Leonid Slutskiy, Wezîrê Spor ê Rûsyayê Vîtaliy Mutko di civîna xwe ya rojnamevanan de navê rahênerê nû eşkere kir û got: "Me Stanîslav Çerçesov anî ser taxim."

Vîtaliy Mutko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê rahênerê nû yê taximê futbolê kesekî wiha be ku di qada sporê de hemû pêşveçûnên nû bişopîne. Me bi Stanîslav Çerçesov re hetanî 1ê Tebaxa 2018an peyman îmze kir."

Stanîslav Çerçesov 52 salî ye û herî dawî rahêneriya taximê Legia Warszawa yê polonî ku bibû şampiyon û beriya wê rahêneriya taximên Spartak Moskova û Dînamo Moskovayê jî kiribû.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
Serkirdeyên Rûsyayê li salona sporê ne
Mutko: Rêûresma li Rioyê dilgermiya brezilyayiyan nîşan dide
Mutko: ‘Dibe planên beşdarbûna Olîmpiyatê bê betalkirin'
Vîtaliy Mutko: "IAAF ji tirsa re van biryara distîne"
Etîketan:
Rahênerê taximê futbolê yê Rûsyayê, Wezîrê Spor ê Rûsyayê, Stanîslav Çerçesov, Vîtaliy Mutko, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de