22:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Riyad Haddad

    Heddad: Artêşa Sûriyeyê li Helebê wê derbeyeke mezin li terorîstan bide

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Balyozê Sûriye yê li Moskovayê Riyad Heddad got hêzên hikumetê derdora bajarê Helebê dorpêçkiriye û wê derbeyeke mezin li komên terorîst bide.

    Navenda Nûçeyan — Heddad ji bo ajansa Înterfaxê axivî û got "artêşa Sûriyeyê û hêzên mitefîq derdora Helebê dorpêç kirine û xwe amade dikin ku terorîstên li wir têk bibin. Wê derbeyeke mezin li terorîstên li Helebê were dayîn. Wê tu cihekî axa Sûriyeyê di bin kontrola komên terorîst de nemîne."

    Balyozê Sûriyeyî Heddad daxuyand ku Tirkiye piştgiriya komên terorîst ên li bakurê Helebê dike û got "heta ku em hatina çek û alîkariya aborî ya ji Tirkiyeyê nedin sekinandin, em nikarin komên terorîst wenda bikin."

    Heddad da zanîn ku ew dixwazin Heleb din ava hefteyekê de were girtin û îdiayên di derbarê bikaranîna xaza klor de jî derewand û got "li gorî agahiyên di destên me de çekên wisa jehrî di destê Eniya el Nûsra, heta di destê DAIŞ de hene. Van çekan berê jî li hinek herêman bikar anîbûn. Ne pêkan e ku artêşa Sûriyeyê çekên wisa bikar bîne."

    Bi heman mijarî:

    Hindik ma Artêşa Sûriyeyê, Helebê dorpêç bike
    Artêşa Sûriyeyê derbeyek li Ceyş El-Islamê xist
    Artêşa Sûriyeyê xeta stratejîk ji destê DAIŞê rizgar kir
    Artêşa Sûriyeyê 3 gundikên li bakurê Helebê kontrol kirin
    Etîketan:
    dorpêçkirin, derdor, komên terorîst, derbeyeke mezin, Eniya El Nûsra, DAIŞ, Balyozê Sûriyeyê yê li Moskovakê, Riyad Heddad, Tirkiye, Heleb, Sûriye, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de