02:15 24 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Ewrûpa hewl dide ku têsîrê li pêvajoyên li Rûsyayê bike

    © Sputnik/ Sergei Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov, diyar kir ku welatên ewrûpî dixwazin ku bandorê li pêvajoyên navxweyî yên li Rûsyayê bikin.

    Navenda nûçeyan —  Li ser pirsa rojnamevanan ya ‘Bi te welatên Ewrûpî têkilî karên navxweyî yên Rûsyayê dibe an na?' Peskov got: ‘Ez naxwazim bêjim Ewrûpa bi gelemperî têkilî karên Rûsyayê dibe lê gelek caran dibe. Derbarê vê yekê gelek delilên me hene.'
    Amerîka û Brîtanya dibêje ku Rûsya mudaxaleyî karên wan dike. Peskov li ser vê yekê got: ‘ Saziyên civakî û analîstên siyasî yên li Rûsyayê jî dibejin ku welatên rojavayî têkilî pêvajo, hilbijartin û ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê dibin. Lê em dibînin ku welatên rojavayî divê mijarê de nikarin me qanih bikin.'
    Peskov sedema vê pirsgirêkê wek kêmasiya ewlehiyê û bêdiliya danîna dîyalogan ya hemû aliyan eşkere kir û got helbet dê rojeke îradeyeke siyasî derkeve holê û vê rewşê biguherîne.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Ti gerên Pûtîn nehatin betalkirin
    Peskov: Pûtîn û Erdogan dibe ku berê G20ê hevdîtinê bikin
    Peskov: "Tu eleqeya hikumeta rûsî bi korsanên kompîteran re tuneye"
    Peskov bersiva Clinton da: ‘Em ê çima cejnê bikin?'
    Peskov, sedema tevlînebûna Pûtîn a zîrweya Stenbolê eşkere kir
    Etîketan:
    pêvajoyên navxweyî, kremlîn, bandor, mudaxale, dmîtrîy peskov, welatên ewrûpî, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de