12:58 21 Tebax 2017
Zindî
    Serj Sarkisyan - Vladimir Putin

    Serj Sarkîsyan hefteya beriya me bi Pûtîn re hevdîtin pêk tîne

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1201

    Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan ji bo bi Vladimîr Pûtîn re hevdîtin pêk bîne di 10ê Tebaxê de diçe Moskovayê.

    Moskova — Serj Sarkîsyan li ser vexwendina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê hefteya beriya me biçe Moskovayê paytexta Rûsyayê.

    Daxuyaniya ku ji Kremlînê hate dayîn hevdîtina ku di 10ê Tebaxê de pêk were Pûtîn û Sarkîsyan dê mijarên siyasî, bazirganî, aborî, hevkariya mirovahî û xebatên entegrasyona Avrasyayê binirxînin.

    ‘PÛTÎN HEFTEYA BERIYA ME HEVDÎTINÊN KRÎTÎK PÊK TÎNE'

    Pûtîn di hefteya beriya me de li Baku, Saint Petersburg û Moskovayê dê hevdîtinên krîtîk pêk bîne.

    Vladimîr Pûtîn di 8ê Tebaxê de li ser vexwendina Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo lûtkeya sê alî ku Rûsya, Azerbeycan û Îranê beşdar dibin diçe Bakuyê.

    PÛTÎN DI 9ê TEBAXÊ DE BI ERDOGANÎ RE RÛBIRÛ PÊK TÎNE'

    Piştî krîza di navbera Tirkiya û Rûsyayê cara ewil e ku Pûtîn bi Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan re li Saint Petersburgê hevdîtin pêk bîne. Rojek piştê vî hevdîtinê Pûtîn li Moskovayê bi Sarkîsyan re hevdîtin pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, li Rûsyayê wê hevdîtinekê ligel Seroka Koreya Başûr pêk bîne
    Kremlîn: "Pûtîn bi Trump re tu pêwendî nedaniye"
    Pûtîn, roja yekîneyên hewayî bi peyamekê pîroz kir
    Pûtîn: Rûsya keştiyên pêşketî tevlê hêzên derya ya xwe dike
    Etîketan:
    rûbirû, entegrasyon, bazirganî, mirovî, mijar, krîz, hevkarî, hevdîtin, aborî, Berdevkê Kremlînê, Serj Sarkîsyan, Vladimîr Pûtîn, Îlham Aliyev, Recep Tayyip Erdogan, Ermenîstan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de