15:03 21 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Rûsyayê  Dmitriy Medvedev

    Ji Kremlînê daxuyaniya îdiaya ji kar dûrxistina Medvedev

    © Sputnik/ Dmitry Astakhov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov bersiva rojnameya Financial Timesê da û diyar kir îdiayên ku wê Serokwezîr Dmitriy Medvedev ji wezîfeyê were dûrxistin nerast in.

    Moskova — Rojnameya Financial Timesa (FT) brîtanî di nûçeyeke xwe de îdîa kiribû ku piştî hilbijartina parlamentoya Rûsyayê ya meha îlonê di nava hikumetê de wê guherînên girîng bibin û li şûna Dmitriy Medvedev dê Wezîrê Fînansê Aeksandr Kudrîn bibe serokwezîr.

    Peskov: "Ji xwe re falan vedikin"

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev îdiayên ku hatine gotin ne ji bo rûsan û ne jî ji bo zanistên siyasî tiştekî nû we. Tê xuyakirin ku ev nivîskarên ku van îdîayan dinivîsin di bikaranîna falên qahweyan de gelekî bi îsrar in. piçekî jî para van îdiayan bi rastiyê re tuneye."

    Ji bo kêfxweşiya welatên rojavayî em guherînan nakin

    Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tucarî dawî li van derewan nayê, lê divê ev nûçe eleqeyê bes bibinin. Em guherînên xwe ne ji bo kêfxweşî û dilxweşkirina welatên rojavayî dikin û tu nêrîneke me wiha jî tuneye. Ev tişt ji rastiyên dûr in."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: "Pûtîn bi Trump re tu pêwendî nedaniye"
    Kremlîn: Îdiayên bikaranîna gaza jehrî li cihê ketina helîkopterê derew in
    Kremlîn: "Digel tehdîdên DAIŞê jî wê tekoşîna me bidome"
    Kremlîn: Di navbera Esad û Pûtîn de ti hevdîtinek nepen nehatiye kirin
    Kremlîn: Pûtînî serdana Erdoganî nirxand
    Etîketan:
    Îdiaya ku wê serokwezîrê rûsî were guhertin, Rojnameya Financial Timesa (FT), Dmitriy Medvedev, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de