12:42 20 Tebax 2017
Zindî
    Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov

    Ryabkov: "Amerîka li şûna tekoşîna terorîzmê bike hemleyen jeopolîtîk dike"

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Amerîka li şûna tekoşîna dijterorîzmê bike hemleyên jeopolîtîk dike.

    Moskova — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li Moskovayê di forumekê de ragihand ku Amerîka li şûna tekoşîna dijterorîzmê bike hemleyên jeopolîtîk dike. Rêvebiriya Moskovayê ne wekî ya Washîngtonê ye heta delîlên eseh di destê wê de tunebin tu kesî bikaranîna çekên kîmyewî tohmetbar nake.

    Sergey Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de bersiva Washîngtonê ku li Helebê çekên kîmyewî têne bi kar anîn da û got: "Em wekî Amerîkayê nakin, nûçeya ku ji aliyê hinek alîgiran ve hatibû belavkirin ku qaşo bi bombeyên bermîlê çekên kîmyewî têne bi kar anîn û Amerîka jî derheqê van nûçeyan de bi giştî şîroveyan dike. Em çalekiyên wiha nakin. Amerîka di van mijaran de gelekî bê berpirsyar tevdigere."

    Amerîka dixwaze Esad têxe zorê

    Ryabkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hema ku bahaneyeke biçûk jî derdikeve Washîngton hemû sûcî dixe stûyê Şamê. Amerîka dixwaze bi vê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad têxe zoriyê. Ev ne tekoşîna dijterorîzmê ye ev hemleyeke jeopolîtîk e.

    Em dixwazin bi Amerîkayê re taqasa girtiyan bikin

    Cîgirê wezîrê rûsî di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku Rûsya bikaribe taqasa girtiyan bi Amerîkayê re bike xebateke zêde dide. Me bi navbeynkariya Komîsyona Ewropayê ji bo serbest berdana Konstantîn Yaroşenko û Vîktor Butt pêşniyarek li Amerîkayê kir."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya 36 ton alîkariya mirovî şand Sûriyayê
    Rûsya: Amerîka li Sûriyayê lîstikek bêadilane dilîze
    Li gorî Macarsîtan Rûsya bo welatên endamê NATOyê ne metirsî ye
    Rûsya: "Tirkiye di nava 6 mehan de 840 milyon dolar ji turîstên rûsî winda kir"
    Rûsya: 82 milîtan Helebê terikandin
    Etîketan:
    Taqasa girtiyên rûsî û amerîkiyan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Vîktor Butt, Konstantîn Yaroşenko, Sergey Ryabkov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de