05:01 20 Tebax 2017
Zindî
    Rus pilot Konstantin Yaroşenko

    Parêzerê Yaroşenko: "Haya min ji pêşniyara taqasê tuneye"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Parêzerê pîlotê rûsî Konstantîn Yaroşenko ku ev demekê li Amerîkayê girtiye Aleksey Tarasov ragihand ku haya me ji pêşniyara taqasê ya Yaroşenko tuneye.

    Moskova — Parêzerê pîlotê rûsî Konstantîn Yaroşenko ku ev demekê li Amerîkayê girtiye Aleksey Tarasov ragihand ku haya me ji nûçeyên ku Moskovayê pêşniyara taqasa Yaroşenko kiriye tuneye.

    Rojnameya Izvestiyayê di nûçeya xwe ya duhî de ragihandibû ku Mosovayê ji bo pîlotê xwe Konstantîn Yaroşenko ku li Liberyayê bi tohmeta bazirganiya hişberiyê hatibû desteserkirin û demeke dirêj e li Amerîkayê di girtîgehê de ye pêşniyara taqasê kiriye.

    Li gorî rojnameyê, Moskova ji bo berdana Yaroşenço pêşniyara berdana 13 girtiyên amerîkî li Washîngtonê kiriye.

    Parêzerê Yaroşenko Aleksey Tarasov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Ez wekî parêzerê Yaroşenko haya min ji vê pêşniyarê tuneye. Ji bo îadekirina Yaroşenko ez bixwe dikarim serî li dezgehên fermî bidim."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka li Sûriyayê lîstikek bêadilane dilîze
    Rûsya: Yê ku sebra wî nemaye, em in ne Amerîka ye
    Amerîka li xwe mikur hat: "Rûsya dikare di nava 60 saetî de hêza NATOyê mexlûb bike"
    Rûsya: Bila Amerîka tev li çalakiyên me bibe
    Amerîka û Rûsya nêzîkî hev dibin; pêwendiya hevpar jî kurd in
    Etîketan:
    Pîlotê rûsî yê li Amerîkayê girtî, Parêzerê pîlotê rûsî, Aleksey Tarasov, Konstantîn Yaroşenko, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de