14:40 23 Tebax 2017
Zindî
    Turîstên rûsî

    Serdena heyeta Rosturîzmê ji bo Tirkiyeyê hat paşxistin

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1610

    Berpirsên ajansa turîzm a Rûsyaya federal Rosturîzmê divê duhî serdana Tirkiyeyê bikira, lê ji ber sedemeke ne diyar ew serdan hat paşxistin.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyekî ji Wezareta Çand û Turizmê ya Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîkê re ragihandibû ku serdana heyeta Rosturîzmê ya Enqereyê ji bo 4 an jî 5ê Tebaxê hat paşxistin. Heyeta Rosturîzmê ji bo rewşa ewlehî ya Tirkiyeyê wê li bajarên wekî Stenbol û Antalyayê lêkolînan bikin, lê dîroka serdanê hê jî ne diyar e.

    Ji aliyê din ve şêwirmenda Rosturîzmê Svetlana Sergeyeva di daxuyaniya xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Serdana Tirkiyeyê nehatiye betalkirin. Ji bo serdanê ez nikarim dîrokekê bidim, lê eseh em ê herin Tirkiyeyê. Heyeta Rosturîzmê ku serdana Tirkiyeyê bike ji 15 kesan pêk tê û wê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Çand û Turîzmê yê Rûsyayê Sergey Obrivalîn be û serokê Rosturîzmê Oleg Safonov jî cih digire.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê şîret li kurdan kir: 'Çandinî û turîzma xwe jî bi pêş bixin'
    Ji bo turîzma welêt vîdyoya pisîkan
    Yekîtiya Turîzma Rûsyayê: "Em bi lêborîna Erdogan gelekî kêfxweş bûn"
    Rûsya: "Tirkiye di nava 6 mehan de 840 milyon dolar ji turîstên rûsî winda kir"
    Di nava mehên rêbendan û gulanê de 138 hezar turîstên rûs hatin Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serdana heyeta Rosturîzmê ji bo Tirkiyeyê, Svetlana Sergeyeva, Oleg Safonov, Sergey Obrivalîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de