18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Rus pilot Konstantin Yaroşenko

    Rûsyayê ji Amerîkayê re pêşniyara pevguhertin a pîlotê Rûs Yaroşenko kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Rojnameya Rûs Îzvetsiya ragihand ku Moskovayê ji bo îadekirina pîlotê Rûs Konstantîn Yaroşenko yê li Amerîkayê girtiye, pêşniyariya pevguhertinê kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên rojnameya Izvestiyayê Moskovayê ji bo îadekirina pîlotê Rûs Yaroşenko ji Amerîkayê re pêşniyar kiriye ku çend welatiyên Amerîkayî yên li di girtigehên Rûsyayê de ne, şûnde bişîne Amerîkayê.

    Hat diyar kirin ku niha li Rûsyayê 13 welatiyên Amerîkayê yên ku dibe werin îadekirin hene û hat gotin ku din ava wan de welatiyê Amerîkayê Gennady Klotsman ê ku di sala 2011a de ji bo 10 salan hatibû mehkûm kirin jî heye.

    Hat dest nîşan kirin ku haya Washîngtonê ji vê hewldana Moskovayê heye lê di derbarê vê mijarê de ne ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ne jî ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê ti daxuyanî nehat dayîn.

    Pîlotê Rûs Yaroşenko di sala 2010a de li Lîberyayê ji ber tawanbariya qaçaxî ya madeyên kêfdêr hatibû desteserkirin û li Amerîkayê ji aliyê dadgehê ve bi daxwaza 20 sal ceza hatibû mehkûm kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka li Sûriyayê lîstikek bêadilane dilîze
    Clintonê Rûsya bi “hack”kirinê tawanbar kir
    DAIŞê helîkoptera Sûriyeyê xist, 2 pîlotên Rûs jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    pêşniyar, pevguhertin, Rojnameya Izvestiyayê, Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Gennady Klostman, Konstantîn Yaroşenko, Lîberya, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de