23:24 25 Gulan 2018
Xelekên Olimpiyatê ya li herêma Afdlerê ya Soçiyê

Karpîn: Komîteya Navneteweyî ya Olimpiyatan bi tirs tevgeriyaye

© Sputnik / Igor Zarembo
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Yek ji giringtirîn fûtbolvanên Rûsyayê Valeriy Karpînî diyar kir ku biryara Komîteya Navneteweyî ya Olimpiyatan (IOC) derbarê atletên rûs de biryara tirsonekan bû.

Navenda Nûçeyan — IOC di 24ê Temûzê de bi merc destûr dabû werzişvanên rûs ku beşdarî olimpiyatan bibin. Li gorî vê, rêwîtiya dawî ya werzişvanên rûs dê federasyon her lîstikekê bi serê xwe bida.

Karpînê ku bersiva pirsyarên Sputnikê da, derbarê vê biryara komîteyê de wiha axivî: "Em destûrê didin lê biryara dawî ya federasyonan e. Ev biryar ya tirsonekan e".

"WERZIŞ BÛ AMÛRA SIYASETÊ"

Fûtbolvanê rûs teqez kir ku werziş bû amûra siyasetê û wiha got: "Niha têkiliyên Rûsyayê bi dewletên rojavayî re xerab in û ev skandala dopîngê teqiya. Berî 5-10 salan tiştên wiha nediqewimîn. Gelo rûsan vê dawiyê dest bi bikaranîna dopîngê kir?"

EGER RAPORTA MCLARENÎ RAST BE, DIVÊ BERPIRSYAR WERIN SIZAKIRIN

Herwiha Karpîn raporta ku ji aliyê dozgerê Kanadayî Richard Mclarnî nirxand ku tê de istixbarata rûsî di Olimpiyatên Soçî yên sala 2014an de, herî kêm 8000 hezar nimûneyên testên dopînkê ji navê birine û wiha got: "Eger ev îdia rast bin, divê berpirsyar ji peywirê bên avêtin".

Bi heman mijarî:

266 werzîşvanên rûsî wê di Olîmpiyadên Rioyê de bilîzin
“Dibe 286 werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin“
Rûsya, ji Olîmpiyadên Rioyê hat menkirin
Rûsya: Ihtimala 1% heye ku werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin
Şarapova dê beşdarî Olimpiyatên Rioyê nebe
Dibe halterciyên rûsî ji Olimpiyadên Rioyê werin derkirin
Etîketan:
atlet, dopîng, werziş, Valeriy Karpînî, Richard Mclarn, Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de