18:14 17 Çile 2018
Zindî
    Turîstên rûsî

    Di nava mehên rêbendan û gulanê de 138 hezar turîstên rûs hatin Tirkiyeyê

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Yekitiya Operastorên Rûs (ATOR) ve hatiye dayîn, turîstên rûsî di navbera mehên rêbendan û gulanê de herî zêde çûn welatên wek Tayland, Îspanya û Vîetnamê. Di navbera van mehan de 138 hezar û 200 turîstên rûsî hatin Tirkiyeyê.

    Navenda nûçeyan — Li gorî agahiyên ATORê îsal di navbera mehên rêbendan û gulanê de turîstên rûsî ji bo betlanê herî zêde çûn welatên Tayland, Îspanya, Vîetnamê û Tirkiyeyê. Hejmara turîstên li van welatan, li Wîetnamê 180.200, li Îspanyayê 269.300  û li Taylandê 501.800 bû.
    Lê ji ber qeyrana siyasî û qedexeya li ser seferên charterê di navbera mehên rêbendan û gulanê de tenê 138.200 turîst bo betlaneyê hatine Tirkiyeyê. Herwiha hejmar turîstên ku çûne Qibrisê 171.800, Awistirya 123.300, Fînlandiya 114.800, Îsraîl 102.600, Bulgarîstan 70 hezar, Koreya Başur 60.600 e.

    Bi heman mijarî:

    Spanyayê çav berda turîstên rûsî yên dev ji Tirkiyeyê berdan
    Turîstên rûsî îsal wê berê xwe bidin Yûnanîstan, Qibris û Tunisê
    Çûna turîstên rûsî ji bo Tirkiyeyê sedî 90 kêm bû
    Çûna turîstên rûsî ji bo Antalyayê sedî 79 kêm bû
    Îdia: DAIŞ li Tirkiyeyê wê êrişî turîstên rûsî bike
    Budakê CHPeyî: "Hêviya Tirkiye ya turîstên rûsî xeyal e"
    Etîketan:
    turîstên rûsî, ator, betlane, ger, rûsya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de