20:23 26 Gulan 2018
Spûtnîk

Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê: Astengiya li ser Sputnîkê rakin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Yekitiya Rojnavanên Rûsyayê Rafael Huseyînov, banga lezgîn li Tirkiyeyê kir ku astengiya li ser Sputnîkê rake.

Ajansa Navnetewî a Nûçan,Sputnik
© Sputnik / Alexey Filippov
Navenda nûçeyan — Huseyînov  di axaftina xwe ya Sputnîkê de diyar kir ku ew gelekî li ber xerabbûna têkiliyên hikumetên Enqere û Moskowayê ketine û aştiya tirk û rûsan ya piştî çend mehan wan gelekî kêfxweş kiriye.
Huseyînov eşkere kir ku li gel aramiya di navbera herdu aliyan ew dixwazin ku astengiyên li ser çapemeniya rûsan jî bên rakirin.
Huseyînov daxuyand ku ji ber astengiya li ser Sputnîkê gelek aciz in û wek Yekitiya Rojnamevanên Rûsyayê ji raydarên tirk daxwaz dikin ku demildest gavên hewce bavêjin û astengiya li ser malperê rakin.

Tirkiye di meha nîsanê de astengî danî ser malpera Sputnîkê û hatina Serokê Gelemper yê Sputnîkê Tural Kerîmov bo Tirkiyeyê jî qedexe kir. Li ser van kiryaran Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş daxuyandibû ku wan bi sedema ewlehiya neteweyî van biryaran girtine.  

Bi heman mijarî:

Ajansa Spûtnîkê xwe digihînê welatên ereb
Sansûra Spûtnîkê ya bêhiqûqî didome:Îtîraz bêhincet hat redkirin
Markov:'Divê Enqere ji rastiyên Spûtnîkê aciz nebe'
Tirkiye, bi astengkirina Spûtnîkê dixwaze bale bikşîne ser xwe
Etîketan:
aramî, têkiliyên rûs û tirkan, çapemeniya rûsyayê, astengî, qedexe, sputnik, rafael huseyînov, numan kurtulmuş, tural kerîmov, rûsya, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de