01:56 21 Çile 2018
Zindî
    Anatoliy Antonov

    Rûsyayê pisporên leşkerî yên NATOyê vexwendin Moskovayê

    © AP Photo/ Wong Maye-E
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Rûsya ji bo nîqaşkirina rewşa polîtîk û leşkeriya li Ewropayê pisporên leşkerî yên NATOyê di meha îlonê de vexwendin Moskovayê.

    Moskova — Hat ragihandin ku Rûsya ji bo nîqaşkirina rewşa polîtîk û leşkeriya li Ewropayê pisporên leşkerî yên NATOyê di meha îlonê de vexwendin Moskovayê.

    Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoliy Antonov ragihand ji bo ku em gengeşiya navbera Rûsya û NATOyê daxînin me bernameyeke pozîtîf pêşkêşî wan kir. Me pisporên leşkerî yên NATOyê ji bo ku em rewşa siyasî ya dawî û leşkeriya li Ewropayê binirxînin û biaxivin ji bo meha îlonê me ew vexwendine Moskovayê.

    Anatoliy Antonov di axaftina xwe de got: "Yek ji mijarên ku em dixwazin bi NATOyê re biaxivin jî firînên ser Deryaya Baltikê ne. Em amade ne ku dema firînên leşkerî yên ser Deryaya Baltikê pêk werin ji bo nasîna danerê balafirê (transponder) vekirî bihêlin, lê em heman şert û merci ji NATOyê jî dixwazin."

    Ev diyaloxeke erênî ye

    Antonov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her wiha em amade ne bi pisporên Polonya, dewletên Îskandinavya û bi yên Baltikê re ji bo hereketa leşkerî û derbaskirina gengeşeyên heyî hevdîtinan bikin.

    Cîgirê wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Her çikas NATO di civîna tîrmehê ya paytextê Polonyayê ya Varşovayê de digel encam û sedemên cûda biryar standibûn jî em dixwazin bi tifaqê re dîyaloxeke erênî deynin."

    Bi heman mijarî:

    Gruşko: "Normalbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê NATO dilrehet kir"
    Rûsya, wê keştiyên NATO ku di Tengava Stenbolê de derbas bibin bişopîne
    Komoyedov:'Rûsya piştgiriya NATO ya operasyona Libyayê nake'
    Rûsya:'Heke NATO projeya hevpar têk nebirina, êrişên Brûkselê nedibûn'
    NATO: ‘Rûsya li Sûriyeyê kete pêşiya hevpeymanê'
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û NATOyê, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, NATO, Anatoliy Antonov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de