23:34 21 Gulan 2018
    Kremlîn

    Kremlîn: "Digel tehdîdên DAIŞê jî wê tekoşîna me bidome"

    © Sputnik / Владимир Песня
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku digel ku DAIŞê vîdyoyek belav kir û Rûsya tehdîd jî kir wê tekoşîna me di hemû qadên navneteweyî de li hemberî terorîstan bidome.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de pirsa vîdyoya DAIŞê ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tehdîd dike de diyar kir ev tehdîdên wiha tekoşîna Rûsya û Serokê Dewletê Pûtîn a li hemberî terorîstên navneteweyî naguherîne. Tekoşîn wê di hemû çeperan de bê navber bidome.

    Dema dikevin tengasiyê taktîkên tehdîdê bi kar tînin

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dezgehên îstîxbarî yên taybet bi tehdîdên wiha re eleqedar dibin, lê divê em girîngiya van vîdyoyan zêde mezin nekin. Grûbên terorîst dema dikevin tengasiyê gelek caran taktîkên wiha bi kar tînin. Di mijara vîdyoyê de me Pûtîn agahdar kir."

    Êrişa sîberî ya Clinton xweşbêjiyeke hilbijartinê ye

    Peskov di dirêjiya axaftina xwe bersiva îdiayên Hillary Clintona namzeda Partiya Demokrat ku rastî êrişên sîberî hat bersivand û got: "Îdîayên Clinton ku li pişt êrişên sîberî Rûsya heye ne rast û ne di rê de ye. Ev xweşbêjiyeke Clinton a hilbijartinê ye. Tu eleqeya hikumeta Rûsyayê bi van êrişên sîberî yên terorîstî tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Di navbera Esad û Pûtîn de ti hevdîtinek nepen nehatiye kirin
    Kremlîn: Pûtînî serdana Erdoganî nirxand
    Kremlîn: "Pûtîn û Erdogan di 9ê Tebaxê de hevdîtinekê pek tînin"
    Kremlîn: "Em ji biryara IOCyê memnûn in"
    Kremlîn: Dibe ku em leşkerên xwe yên li Sûriyeyê zêde bikin
    Etîketan:
    Tekdîdên DAIŞê tekoşîna Rûsyayê naguherîne, Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hillary Clinton, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de