06:56 22 Hezîran 2018
Thierry Mariani

Mariani: Divê dewletên rojavayî êdî qebûl bikin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye

© REUTERS / Maxim Zmeyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Şandeya Parlementoya Fransayê Thierry Mariani ya ku serdana Kirimê dike, ragihand ku ihtimal heye mijara nasîna Kirimê wek beşeke Rûsyayê, piştî hilbijartina Amerîkayê têkeve rojeva welatên Ewropaya Rojavayî Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan — Marianî diyar kir ku dibe helwesta dewletên rojavayî di mijara mûeyideyên li ser Rûsyayê û Kirimê de were guhertin û wiha axivî: Piştî 8 mehan li Fransayê, Amerîkayê û dûre li Almanyayê jî hilbijartin dê bên lidarxistin. Wiha difikirim ku piştî van hilbijartinan dê gelek tişt werin guhertin".

​Herwiha Mariani diyar kir ku mûeydeyên li ser Rûsyayê bêber in û careke din dubare kir ku divê zûtirÎn dem bên rakirin. Serokê şandeya frensî ragihand ku

biryara girêdana Kirimê bi Rûsyayê nerîna piraniya welatiyên Kirimê nîşan dide û wiha dewam kir: "Gava endamên şandeya me vegerin dê nerîna xwe bigihîne hilbijêran û diyar bike ku Kirim beşeke Rûsyayê ye û ev rastî dê neyê guhertin. Mixabin medyaya rojavayî nerînên kesên qet nehatine vê derê nîşan dide. Lê ji bo pêşketina hevkariya me, divê ev rastî bên pejirandin".

Ji aliyekî din ve, Mariani di dawiya axiftina xwe de wiha got: "Gava em vegerin, gotina serekî ya em ê bibêjin, biçin û bi çavên xwe bibînin".

Bi heman mijarî:

Reuters: "Dibe YE mûeyîdeyên ser Rûsyayê rake"
Moşekên S-400î li Kirimê hatin bicihkirin
Poşenko: Em Kirimê bidin teteran
Monûmenta “mirovên nazik” ji bo lehengê referandûma Kirimê hat danîn
Ukrayna leşker sewqî sînorê Kirimê kir
Klîba Serdozgera Kirimê bi milyonan car hate temaşekirin
Etîketan:
têkiliyên Rûsya Û Ewropayê, mûeyide, Thierry Mariani, Amerîka, Ewropa, Kirim, Fransa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de