17:13 21 Hezîran 2018
Werzîşvanên rûsî

266 werzîşvanên rûsî wê di Olîmpiyadên Rioyê de bilîzin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku 266 werzîşvanên rûsî wê di Olîmpiyadên Rioyê ku li bajarê Rio de Janerio yê Brezîlyayê tê lîstin cih girtine.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Spor ê Rûsyayê Vîtaliy Mutko di daxuyaniya xwe de ragihand ku taximê me îro ji 266 atlêtan pêk tê. Taximê me gelekî bi hêz e.

Wezîrê Spor ê Rûsyayê Vîtaliy Mutko çend berê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku destûra 272 werzîşvanên rûsî ku tevlî Olîmpiyadên Rioyê bibin hat dayîn. Lê heman rojê Federasyona Halter a Navneteweyî çûna haltervanê rûsî ji bo Olîmpiyadên Rioyê qedexe kiribû.

Ji bo sûcdariyên dopîngê dihat pêşbînîkirin ku hemû taximên rûsî ji Olîmpiyadên Rioyê werin qedexekirin, lê li gorî biryardayîna Komîteya Olîmpiyad a Navneteweyî (IOC) tenê kesên ku berê dopîng bi kar anîbûn ji mûsabeqeyan qedexe kirin. IOCê biryara tevlîbûna werzîşvanan ji bo olîmpiyadê ji federasyonên sporê re hiştibû.

Bi heman mijarî:

Mutko: ‘Dibe planên beşdarbûna Olîmpiyatê bê betalkirin'
Vîtaliy Mutko: "IAAF ji tirsa re van biryara distîne"
Mutko: ‘Li hemberî Rûsyayê êrişêke bi planî tê kirin'
Rûsya, ji Olîmpiyadên Rioyê hat menkirin
Gelo Şarapova wê di Olîmpiyadên Rioyê de cih bigre?
Etîketan:
Komîteya Olîmpiyad a Navneteweyî (IOC), Federasyona Halter a Navneteweyî, Wezîrê Spor ê Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Brezîlya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de