21:23 18 Sibat 2018
Zindî
    Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê

    Rûsya: "Ji bo operasyona Helebê me Tirkiye agahdar kir"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku ji operasyona însanî ya Helebê ku sivîl werin tahliyekirin me Tirkiye agahdar kir.

    Moskova — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov bi medyaya Rûsyayê re axivî û ragihand ku ji operasyona însanî ya Helebê ku sivîl werin tahliyekirin me Tirkiye agahdar kir. Em hêvî dikin Enqere helwesta xwe ya li hemberî Sûriyeyê bi awayekî cidî biguherîne û di wê mijarê de berpirsyarane tevbigere. Lewra em gelekî zelal tevdigerin û armanca xwe venaşêrin.

    Em hêviyên xwe yên ji bo Enqereyê winda nakin

    Sergey Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hê jî helwesta Enqere ya li hemberî Sûriyeyê wekî xwe ye û tu guherîn nebûne. Lê li gorî bawerî û hêviyên me Enqere di mijara Sûriyeyê de wê bibe xwediyê helwesteke erênî."

    Pûtîn ferman da

    Her wiha hefteya borî Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihandibû ku fermana operasyona ewlehiya sivîlên Helebê rasterast ji terefê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve hat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya-Îran ji bo hevkariya aboriyê zêde bikin sîteyek înternetê ava kirin
    Peskov: "Dibe Pûtîn jî tevlî pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê bibe"
    Rûsya: El Nusra nave xwe biguherîne jî rêxistinek terorîste
    Rûsya, derbarê operasyona li Helebê agahî da ataşeyên leşkerî
    Ji Moskovayê daxuyaniya pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Operasyona ewlekirina sivîlên Helebê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Sergey Ryabkov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de