13:56 20 Hezîran 2018
Werzîşvanên rûsî

70 werzîşvanên rûsî ji bo olîmpiyadan çûne Brezîlyayê

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ji bo 70 werzîşvanê rûsî ku wê tevlî Olîmpiyadên Rioyê bibin beriya ku herin Brezîlyayê li balefirxaneya navdewletî ya Şeremetyevoyê merasîmek hat li dar xistin.

Navenda Nûçeyan — Serokê Komîteya Olîmpiyadên Rûsyayê Aleksandr Juko û taximên rûsî yên veleybol, hentbol, boks, avjeniya hemdemî û tenisa masê di merasîmê de cih girtin.

Serokê Komîteya Olîmpiyadên Rûsyayê Aleksandr Juko di axaftina xwe ya merasîmê de got: "Tenê dikarim tiştekî bibejim, tucarî polîtîkayeke me ya dewletê ku doping were bikaranîn çênebû û me tucarî tolerasn neda bikaranîna dopîngê. Taximê rûsî li Rioyê wê taximê herî paqij be."

Li Rioyê wê 273 werzîşvanê rûsî têkevin pêşbirka

Wezîrê Spor ê Rûsyayê Vîtaliy Mutko di axaftineke xwe de gotibû: "Li gorî pêşbîniyên me wê derdora 273 werzîşvanên rûsî di pêşbirkên Rioyê de cih bigirin, biryara herî dawî ya federasyonên sporê wê di 30ê Tîrmehê de eşkere dibe."

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya, ji Olîmpiyadên Rioyê hat menkirin
Gelo Şarapova wê di Olîmpiyadên Rioyê de cih bigre?
Rûsya: Ihtimala 1% heye ku werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin
Şarapova dê beşdarî Olimpiyatên Rioyê nebe
Dibe halterciyên rûsî ji Olimpiyadên Rioyê werin derkirin
Etîketan:
Beşdarbûna Olîmpiyadên Rioyê, Wezîrê Spor ê Rûsyayê, Serokê Komîteya Olîmpiyadên Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Aleksandr Juko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de