14:48 24 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û atlêtên rûsî

    Pûtîn: "Li hemberî atlêtên rûsî cudakerî hat kirin"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku nayê qebûlkirin atlêtên rûsî yên ku doping bi kar neanîbin ji Olîmpiyadên Rioyê werin diskalifiyekirin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Kremlînê bi tevahiya taximê atlêtên rûs re hat cem hev û ragihand ku nayê qebûlkirin atlêtên rûsî yên ku doping bi kar neanîbin ji Olîmpiyadên Rioyê werin diskalifiyekirin, di pergala hiqûqî de em ê tekoşîna derxistina rastiya wê bidin kirin. Biryara dikalifiyekirina atlêtên paqij rasterast cudakerî ye. Ev biryar û prensîbên olîmpiyadê qet li hev nakin."

    Derbeyeke giran li olîmpiyad û spora navneteweyî ket

    Serokê Rûsyayê Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Digel ku tu delîl jî tunebûn werzîşvanê rûsî sûcdar kirin û êş bi wan dane kişandin. Ev biryara diskalifiyeyê ne tenê li Rûsyayê derbeyek giran li olîmpiyad û werzîşa navneteweyî jî da."

    Em ê rûmeta atlêtên xwe biparêzin

    Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em soz didin ku em ê rûmeta we biparêzin. Hûn hemû vê bizanin ku em bi we serbilind in. Ji bo ku em rûmeta we biparêzin tiştê ji destê me bê em ê bikin. Herî dawî dê edalet bi ser bikeve."

    Bi heman mijarî:

    IAAFê ji xeyrî Klîşîna serdana hemû atlêtên rûsî red kir
    Rûsya, ji Olîmpiyadên Rioyê hat menkirin
    Gelo Şarapova wê di Olîmpiyadên Rioyê de cih bigre?
    Rûsya: Ihtimala 1% heye ku werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin
    Dibe halterciyên rûsî ji Olimpiyadên Rioyê werin derkirin
    Etîketan:
    Tevlîbûna Olîmpiyadên Rioyê, Diskalifiyekirina atlêtên rûsî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Kremlîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de