21:45 21 Çile 2018
Zindî
    Fêkî û sewze

    Heyeta rûsî ji bo venêrîna berhemên çandînî serdana Tirkiyeyê dike

    © Flickr/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yê Rûsyayê Aleksey Alekseyenko ragihand ku di nava 1 û 4ê Tebaxê de wê heyeteke rûsî ji bo venêrîna berhemên çandinî serdana Tirkiyeyê bike.

    Bexda
    © REUTERS/ / KHALİD AL MOUSİLY
    Moskova — Cîgirê Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yê Rûsyayê (Rosselhoznadzor) Aleksey Alekseyenko ji çapemeniya Rûsyayê re ragihand ku di nava 1 û 4ê Tebaxê de wê heyeteke rûsî ji bo tendirûstî û venêrîna berhemên çandinî serdana Tirkiyeyê bike.

    Aleksey Alekseyenko di axaftina xwe de got: "Pisporên Rosselhoznadzorê ji bo tendirûstî û pergala kontrolkirina fekî û sewzeyên ku têne îtxalkirin wê serdana Tirkiyeyê bikin. Dîroka serdanê niha ne diyar e lê dibe di nava 1 û 4ê Tebaxê de ev serdan pêk were."

    Alekseyenko di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Piştî ku tendirûstiya berhemên çandinî û pergala kontrolkirinê hat kirin wê demê em dikarin mijarên bazirganî û pirsgirêkên heyî biaxivin."

    Ji aliyê din ve Wezîrê Geşepêdan û Ekonomî yê Rûsyayê Aleksey Lihaçev çend roj berê di daxuyaniya xwe de gotibû "Heyeteke ji Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê di hefteya pêş de wê serdana Rûsyayê bike."

    Bi heman mijarî:

    Dibe di meha îlonê de Civîna Konseya Kar a Rûsya û Tirkiyeyê pêk were
    Ji Kremlînê daxuyaniya Tirk Akimiyê
    Mehmet Şimşek: Rûpeleke nû vedibe
    Rûsya: Çareseriyeke bêyî kurdan nemumkun e
    Pûtîn: "Divê dezgehên îstîxbaratî hevkariya xwe zêde bikin"
    Etîketan:
    Wezîrê Geşepêdan û Ekonomî yê Rûsyayê, Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî yê Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Aleksey Lihaçev, Aleksey Alekseyenko, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de