12:55 22 Çile 2018
Zindî
    Gazprom

    Ji Kremlînê daxuyaniya Tirk Akimiyê

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Kremlînê Dmîtryi Peskov diyar kir ku ti kes ji hevdîtina li ser Tirk Akimiyê nareve û hemû alî ji bo cazîbeya aborî ya projeye eleqeyê nîşan dide.

    Navenda Nûçeyan — Peskov ragihand k udi derbarê hemû cihên alternatif de xebat tên meşandin û got ji bo vê mijarê bi hevparên Ewropayî re jî tê şêwirandin.

    Ji aliyê din ve Peskov bal kişand ser ku Tirk Akimi girêdayî fîzîbîlîteyê, şertên bazirganî û baweriya siyasî ye û got baweriya siyasî ji bo pêkanîna şertên bazirganî yên cazîb, garantora herî girîng e.

    Li gel vê yekê Peskov di derbarê bernameya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de jî agahî dan û got Pûtîn wê di 30ê Tîrmehê de serdana Slovenyayê bike. Peskov dest nîşan kir ku Pûtîn wê li Slovenyayê li ser peywendiyên dualî hevdîtinan bike û wê beşdarê merasîma vekirina abîdeya ku ji bo bîranîna leşkerên Rûs û Soyvetê yên ku di şerê cîhanê yê 1emîn û 2yemîn de jiyana xwe ji dest dane, li paytexta Slovenyayê li Ljûbljanayê tê vekirin, bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hevdîtina li Moskovayê di derbarê Tirk Akimiyê de ye
    Wezîrê tirk: ‘Penaberên sûrî yên bikêrême bên dê mafên welatîtiyê bistînin'
    ‘Şandeya tirk û rûs wê têkiliyên her du dewletan û pirsgirêkên herêmî nîqaş bikin'
    Etîketan:
    cazîbe, aborî, daxuyanî, Tirk Akimi, Berdevkê Kremlînê, Serokdewletê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn, Dmîtriy Peskov, Slovenya, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de