00:30 27 Gulan 2018
Gennadiy Gatîlov

Rûsya: Çareseriyeke bêyî kurdan nemumkun e

© Sputnik / Alexander Natruskin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov, ragihand ku divê kurd jî beşdarî muzakreyên çareseriya Sûriyeyê bibin, lewra çareseriyeke bêyî kurd ne mumkun e.

Hevserokê PYD Salih Muslim
© AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
Cenevre — Rûsya, Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê duh li bajarê Cenevre ya Fransayê civînek hevpar lidar xistin ku mijar çareseriya şerê li Sûriyeyê bû. Gatilov piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û eşkere kir ku li Sûriyeyê bêyî kurdan çareserî nemumkun e.
Gatilov got: ‘Beyî nûnerê kurdan nemumkun e ku, mirov dest bi muzakereyên çaresriya şerê li Sûriyeyê bike. Divê kurd jî di civînê de bêne temsîlkirin, lewra hemû cîhan wiha difikire. Ji ber ku kurd îro li Sûriyeyê, xwedî hêzeke mezin ya siyasî ye.'  
Li gorî Gatilov diyar kir ku dijberên nerme hêj xwe ji El Nûsrayê cuda nekirine û ev yek li pêşiya destpêkirana muzakreyên çareseriyê astengiyek mezin e.

Gatilov destnîşan kir ku pisporên rûs û amerîkî bo çareseriya pirsgirêka navborî xebatên bi rêk û pêk dikin lê hêj ti çareserî nehatiye dîtin.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de Mistura duh daxuyand û got dibe ku muzakreyên bo çareseriya şerê li Sûriyeyê yên ku wê li Cenevreyê bêne lidarxistin, di dawiya meha tebaxê de dest pê bikin.

Bi heman mijarî:

Rayedarê rûs: Divê kurd beşdarî Cenevreyê bibin!
De Mistura: Ji bo tûra duyemîn ya Cenevreyê hedef meha tîrmehê ye
Lavrov û Kerry derbarê El Nusra û civîna Cenevreyê de hevdîtin pêk anîn
Gatîlov:'Tirkiye, li Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze'
Fransa dixwaze hevdîtinên Cenevreyê dewam bikin
Kerry ji bo gotûbêjên Sûriyeyê diçe Cenevreyê
Etîketan:
muzakereyên çareseriyê, cevevre, şervanên kurd, gelê kurd, nûnertî, alozî, Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê, Gennadi Gatilov, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de