03:16 26 Gulan 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn: "Divê dezgehên îstîxbaratî hevkariya xwe zêde bikin"

© Sputnik / Mikayil Klimentev
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di tekoşîna dijî terorîzmê de ji bo tekoşîneke bi bandor divê civaka navneteweyî xebat û hevkariyên xwe zêde bikin.

Saint Petersburg — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di peyama xwe ya ji bo Civîna Rêvebiriya Saziyên Ewlehî û Îstîxbaratî de ragihand ku di tekoşîna dijî terorîzmê de ji bo tekoşîneke bi bandor divê civaka navneteweyî û dezgehên îstîxbaratî xebat û hevkariyên xwe zêde bikin.

Peyama Serokê Rûsyayê Pûtîn ji terefê Serokê Dezgeha Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnîkov ve hat xwendin. Pûtîn di peyama xwe de got: "Di roja me ya îro de terorîzm gihîşte astên herî zêde û niha hemû şaristaniyan tehdît dike. Li hemberî vê tehdîdê divê civaka navneteweyî bi hêz û bi biryar çalekiyan li dar bixe. Di vir de gelek wezîfe dike ser milê rêxistinên îstîxbaratî û ewlehî."

FSB: "Ji 220 xwekujên potansiyel zêdetir niha di bin kontrolê de ne"

Serokê FSBê Aleksandr Bortnîkov piştî xwendina peyama Pûtîn axaftinan kir û got: "Niha li Rûsyayê ji 220 xwekujên cihadîst ku wekî potansiyel têne dîtin di bin kontrolê de ne. Pisporên FSBê, ji bo bikaribe kesen ku amadehiyên xwekujiyê dikin derxîne holê xebateke sistematik dike."

Bortnîkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Saziyên ewlehî yên rûsî, derheqê 260 kesên ku amadehiya êrişên xwekujî li Rûsya û li welatên din dike di qada navneteweyî de biryara girtinê derxist."

Bi heman mijarî:

Ulyukayev: "Ji bo em dîrektîfa Pûtîn a Tirkiyeyê pêk bînin dixebitin"
Kremlîn: "Pûtîn û Erdogan di 9ê Tebaxê de hevdîtinekê pek tînin"
Pûtîn ji bo 'hevkariya li dijî terorê' ji Yekîtiya Ereban re peyamek şand
Pûtîn ji Almanyayê re sersaxî xwest
Pûtîn ji bo dopîngê banga 'komîsyoneke serbixwe' kir
Etîketan:
Buroya Ewlehiya Navxweyî ya Rûsyayê (FSB), Civîna Rêvebiriya Saziyên Ewlehî û Îstîxbaratî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Aleksandr Bortnikov, Vladimîr Pûtîn, Saint Petersburg, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de