19:57 22 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Rûsyayê

    Parlamentoya Belçikayê, dê rakirina mûeyîdeyên ser Rûsyayê binirxîne

    © Foto: © Flickr
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat ragihandin ku Parlamentoya Belçikayê dê pêşnûmaya rakirina mûeyîdeyên ser Rûsyayê binirxîne.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê Belçikayê yê ku pêşnûmaya rakirinê amade kir Aldo Carcaci di daxuyaniyên xwe ji bo medyaya Rûsyayê de got: "Pêşnûma dê piştî betlana parlamentoyê were nirxandin."

    Aldo Carcaci di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca pêşnûmayê ev e ku hikumeta Belçikaye piştgiriya rakirina mûeyîdeya ku Yekîtiya Ewropayê danî bû û karker û cotkaran jê zirar dîtibûn rake."

    Brûkselê, ji bo ku di Adara 2014an de Kirim bi Rûsyayê ve hat girêdan, biryara mûeyîdeyan danîbû ser Moskovayê. Herî dawî Konseya Yekîtiya Ewropayê di 1ê Tîrmehê de biryara maweyê mûeyîdeyan a ser Rûsyayê hetanî 31ê Berfenbara 2017an dirêj kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Belçîka: ‘Komeke DAIŞî ji bo êrişan wê derbasî Ewrûpayê bibin'
    Belçîka dê beşdarî operasyonên hewayî yên Sûriyeyê bibe
    Hikumeta Belçîka 41 kamyon alîkarî ji Pêşmerge re dişîne
    Belçîka: 'Em ê alîkariya Kurdistanê bikin'
    Belçîka di alarma ewlekariyê ya herî bilind de ye
    Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
    Etîketan:
    Parlamenterê Belçikayê, Banga rakirina mûeyîdeyên ser Rûsyayê, Aldo Carcaci, Belçika
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de