08:33 26 Îlon 2017
Zindî
    Donetsk û Lugansk

    Hilbijartinên Donetsk û Luganskê carekedin hatin paşxistin

    © Sputnik/ Alexey Kudenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2020

    Li Ûkraynayê, Komarên Gelî yên Donetsk û Loganskê ku bi yekalî serxwebûna xwe ragihandibûn hilbijartinên ku dê îro bihata kirin hatin paşxistin.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Donetskê Aleksandr Zaharçenko û Serokê Luganskê Îgor Plotnitskiyê roja înê biryarnameyek îmze kirin û dîroka hilbijartinan hetanî 6ê Mijdarê bi paş xistin.
    Pêkanîna hilbijartinên heremî yên Donbassê, yek ji xala girîng a Peymana Minskê ya çareseriya krîza Ûkraynayê ye.

    Komarên Gelî yên Donetsk û Luganskê li gorî li hevkirina peymanan divê di payîza 2015an de hilbijartin pek anîbûna. Piştî zîrweya Çarîn a Cotmeha 2015an a Normandiyayê hilbijartina 1ê Mijdarê ji bo ku Kievê statuyeke taybet da Donbassê û bi Donetsk û Luganskê re li hev kir hatibû betalkirin. Lê Kievê digel ku demeke dirêj jî bi ser ve derbas bû tu gavên erênî neavêtin.

    Bi heman mijarî:

    Donetsk: Artêşa Ûkraynayê sivîlan dikuje'
    Donetsk xwe ji destpêkirina şer dûr dixe
    Komarên Gel yên Donetsk û Lûganskê otonomiya berfireh qebûl dikin
    Rojnamevanên rûsî li Donetskê di dorpêça gulebaranê de man
    Wezîrê karên derve yê Komara Gel a Donetskê MH-17
    Etîketan:
    Peymana Minskê, Rêvebirya Ûkraynayê, Hilbijartinên Komarên Gelî yên Donetsk û Luganskê, Îgor Plotnitskiy, Aleksandr Zaharçenko, Lugansk, Donetsk, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de