20:00 22 Îlon 2017
Zindî
    Balafir

    Rûsyayê bersiv da koalisyona navneteweyî: "Berpirsyarî aîdî we ye"

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bersiv da îdîayên çapemeniya Amerîkayê ku Hêza Hewa û Fezaya Rûsyayê sûcdar kiribûn.

    Moskova - Li gorî nûçeya rojnameya Washington Postê ku îdia kiribû, balafirên Hêza Hewa û Feza ya Rûsyayê ku li Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorîst tekoşînê dide di 16ê Hezîranê de li sînorê Sûriye û Urdûne baregeheke leşkerî ya Amerîka û Brîtanyayê bombebaran kir.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di hisabê xwe yê facebookê de bersiva îdiayên rojnameya Washington Postê da û got: "Fermandariya koalîsyona navnetewetî rasterast berpirsyare ku rastî talukeya operasyonên Hêza Hewa û Fezaya Rûsyayê hatine."

    Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsyayê tim ji bo cihên mûxalefeta nerm agahî ji hevalbendên xwe daxwaz dike. Hevalbendên me li şûna ku hevkariyê bi me re bikin, hêzên Rûsyayê bi hinek operasyonan tohmetbar dikin. Ev operasyon tenê heke hevalbendên me li Sûriyeyê bi me re hevkariyê bikin dê werin rawestandin. "

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî pêşniyara hevkariya stratejîk li Rûsyayê kir
    Çavuşoglu: Piştî hewldana derbeyê piştgiriya herî xurt me ji Rûsyayê girt
    Lavrov: Siberoja têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi Sûriyeyê ve girêdayî ye
    Rûsyayê astengiya firînên Tirkiyeyê rakir, Aeroflot dest bi firotina bilêtan kir
    Rûsyayê li dijî DAIŞê operasyonek nû pêk anît
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Hêza Feza û Hewa ya Rûsyayê, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, Îgor Konaşenkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de