20:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Olimiyatên 2016 Rio

    Rûsya, ji Olîmpiyadên Rioyê hat menkirin

    © AFP 2017/ J. P. Engelbrecht
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Rojnameya Daily Maila brîtanî îdia kir ku Komîteya Olîmpiyadên Navneteweyî (IOC) Rûsyayê bi awayê taximî ji Olîmpiyadên Rioyê men kir.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Daily Maila brîtanî di nûçeya xwe de ku dispêrê çavkaniyekî Komîteya Olîmpiyadên Navneteweyî (IOC) û ragihand ji 387 atlêtên ku di taximên olîmpiyad ê Rûsyayê de ne kes ji wan naçe Olîmpiyadên Rioyê.

    Ajansa Tekoşîna Dopîngê ya Cihanê (WADA) ji ber sqandala dopîngê bangî hemû sazî û dezgehên sporê yên navneteweyî kiribû ku Olîmpiyadên Rioyê jî di nav de bila atlêtên rûsî ji hemû pêşbirkên navneteweyî werin menkirin û paşî Yekîtiya Federasyonên Atletîzma Navneteweyî (IAAF) atlêtên rûsî ji pêşbirkên navneteweyî men kiribûn.

    Li ser vê biryara IAAFê, Komîteya Olîmpiyad a Rûsyayê ev biryara wê biribû temyîzê, lê Dadgeha Temyîz a Spora Navneteweyî (CAS) doza 68 atletên rûsî ya tohmeta bi kar anîna dopîngê hatibû redkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ihtimala 1% heye ku werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin
    Şarapova dê beşdarî Olimpiyatên Rioyê nebe
    Dibe halterciyên rûsî ji Olimpiyadên Rioyê werin derkirin
    Rûsya: "Ji bo atlêtên me herin Rioyê em ê heta dawî tekoşîna xwe bidomînin"
    Atletên rûs dê beşdarî olimpiyatên Rioyê nebin
    Etîketan:
    Yekîtiya Federasyonên Atletîzma Navneteweyî (IAAF), Ajansa Tekoşîna Dopîngê ya Cihanê (WADA), Komîteya Olîmpiyadên Navneteweyî (IOC), Beşdarbûna Olîmpiyadên Rioyê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de