08:39 21 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn ji bo dopîngê banga 'komîsyoneke serbixwe' kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo pirsgirêkên di sîstema têkoşîna bi dopîngê re were lêkolîn kirin bang kir bila komîsyoneke ji pisporên Rûs û biyanî were ava kirin.

    Navenda Nûçeyan — Pûtin di civîna hikumetê de axivî û got "pozisyona me ya fermî ew e k udi werzîşê de cihê dopîngê tune ye û wê tune be."

    ​Pûtîn diyar kir ku divê tenduristiya werzîşkaran were parastin û got di derbarê sûcdarkirina Rûsyayê de ku bi dopîngê tê sucdarkirin, divê bi Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî (IOC) û Ajansa Tekoşîna li dijî Dopîngê ya Cihanê re bi hevkarî were çêkirin.

    Pûtîn pêşniyar kir ku bila ji bo lêkolîna sûcdarkirinên dopîngê komîsyoneke serbixwe were ava kirin û got Vîtaliy Smîrnova yê ku ji sala 1971ê vir ve endamê IOCê ye, dikare serokatiya komîsyonê bike.  

    Pûtîn, Smîrnova yê ku demekê cîgirê serokê IOCyê bû, wek ‘kesekî bê qisûr’ bi nav kir.

    Van daxuyaniyên Pûtîn piştî menkirina atletên Rûs ku Dadgeha Tehkîma Werzîşê ya Navneteweyî (CAS) bi sûcdariya dopîngê ew ji pêşbirkên navneteweyî men kiribûn, hat. Herwiha tê payîn ku IOC ya ku wê biryara CASê lêbikole, wê hefteya pêş me Rûsyayê ji Olîmpiyatên Rîo yên ku di meha tebaxê de wê li Brezilyayê were lidar xistin, men bike an na.

    SMÎRNOV QEBÛL KIR

    Piştî daxuyaniyên Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Smîrnov diyar kir ku ew serokatiya ji bo komîsyonê qebûl dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê di derbarê hevdîtina Pûtîn û Erdogan de daxuyanî da
    Swîsre: "Dibe Pûtîn dewreke nû dabe destpêkirin"
    Kremlîn: Hevdîtina Pûtîn û Erdogan tê nirxandin
    Pûtîn telefonî Erdogan kir
    Etîketan:
    komîsyoneke serbixwe, dopîng, Dadgeha Tehkîma Werzîşê ya Navneteweyî, Komîteya Olimpiyadên Navneteweyî (IOC), Vîtaliy Smîrnov, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de