00:16 19 Hezîran 2018
CIA

Dîmenên sixûrên CIAyê yên li Moskovayê hatin weşandin

© REUTERS / Larry Downing
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Televîzyona Rossiya ya Rûs dîmenên dema girtina sixûrên Teşkîlata Îstîxbaratê ya Navendî (CIA) yên ku bi kincên xwe yên guhertî li Msokovayê dixebitin, weşand.

Navenda Nûçeyan — Di wan dîmenên ku televizyona Rossiyayê de hatin weşand, tê dîtin ku malbeteke qaşo Amnerîkayî ye, li Moskovayê li bazarekê digerin. Pêşkeşvanê nûçeyê rewşê wisa radihîne: "Ya rast ev xapandinek e. Herdu jî li ser kar in. Qaşo zilamê di dîmenan de dîplomatek e, zarok jî zarokê wan e. Jinik jî di rastiyê 3emîn katiba balyozxaneya Amerîkayeyê ya M.P. ye û sixûrê CIAyê ye."

Herwiha di dîmenan de balê dikişîne ku sixûra jin dikeve lawaboyê û li wir perûkekî dixe serê xwe. Di dîmenan de tê dîtin ku sixûra CIAyê dawiyê li ber Balyaozxaneya Amerîkayê ya li Moskova bêyî ku nasnameya xwe ji bo polîs ragihîne, rasterast dixwaze derbasî hundir û li wir bi polîs re pev diçine. Tê gotin ku îstîxbarata Rûsyayê li wir wê sixûra jin tespît dike.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Em nikarin bingeheke hevpar bi wan kesên serê zarokekî jê dikin re peyda bikin
Rûsya beriya derbeyê bi saetan Erdogan hişyar kir
Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Etîketan:
hatin weşandin, sixûr, jin, nasname û daxwazên neteweyî yên kurdan, dîmen, televîzyona Rossiyayê, Ajansa Sîxurgeriya Navendî ya Amerîkayê (CIA), Moskova, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de