14:31 19 Sibat 2018
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Dibe ku em leşkerên xwe yên li Sûriyeyê zêde bikin

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov got gava ku hewce bike dibe ku leşkerên xwe yên li Sûriyeyê zêde bikin.

    Navenda Nûçeyan — Peskov civîna çapemeniyê lidar xist û got "gava ku biryara ji bo vegera leşkerên me ji Sûriyeyê hat girtin him leşkerên me him jî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn anîbûn ziman ku ger hewce bike hêzên me yên li vir wê bi lez werin zêde kirin."

    Peskov li ser pirsa ‘dibe ku hêzên leşkerî werin zêdekirn' anî ziman ku "divê ev pirsa ji Wezareta Parastinê were pirsîn."

    Li gel vê yekê ji Peskov hat pirsîn ku "gelo ew nûçeya Wall Street Joûrnal a ku digot Rûsyayê di 16ê Hezîranê de li ser sînorê Sûriye û Urdunê li baregeheke hêzên taybet yên Amerîka û Îngilîstanê daye, rast e an na?" Ji bo vê pirsê Peskov diyar kir ku "xebera Kremlînê ji nûçeyeke wisa tune ye. Loma di derbarê nûçeya vê rojnameyê de nabe ku şîroveyê bikim."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn ‘îstîxbarata derbeyê' piştrast nekir
    Kremlîn: Hevdîtina Pûtîn û Erdogan tê nirxandin
    Kremlîn: "Pûtîn, ji redkirina Amerîka ya navenda kordînasyonê dilgiran e"
    Kremlîn: "Sibê Pûtîn wê pêşwaziya Kerry bike"
    Etîketan:
    zêde kirin, leşker, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, rojnameya Wall Street Journalê, Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Dmîtriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de