14:42 25 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Siberoja têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi Sûriyeyê ve girêdayî ye

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî got ku siberoja têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê bi hevkariya wan a di qeyrana Sûriyeyê de girêdayî ye.

    Navenda Nûçeyan — Lavrov di forumeke ku li herêma Vladimirê tê lidarxistin axivî û got ku ew ji hikûmeta Tirkiyeyê hêvî dikin ku bergiriyan bigire ta ku terorîst axa Tirkiyeyê ji bo piştgiriya terorîstên Sûriyeyê neyê bikaranîn.

    Herwiha Lavrovî teqez kir ku gelek berjeng ketine destên wan ku erda Tirkiyeyê bi awayekî çalak ji bo piştgiriya terorîstan tê bikaranîn û milîtan ji wir derbasî Sûriyeyê dibin û wiha dewam kir: "Ev hîn jî li ser maseyê ne. Di vê serdema ku me ji nû ve dest bi têkiliyan kiriye, ew ê zehmet be ku mirov xwe li ber van tiştan ker bike. Em li bendî wê ne ku hevkarên me yên tirk bersiva van bidin heta bergiriyên pêwîst jî bigirin."

    TIRKIYEYÊ FÊM KIR KU HEVKARIYEKE EWLE LI SÛRIYEYÊ PÊWÎST E

    Ji aliyekî din vei Lavrovî teqez kir ku merc amade bûne ku serkeftin li dijî terorîstan bê bidestxistin û diyalogeke demdirêj bê kirin, û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê fêm kir ku li Sûriyeyê pêdivî bi hevkariyeke şefaf û ewle heye."

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku siberoja têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê dê bi hevkariya herdû welatan dê li gorî hevkariya di qeyrana Sûriyeyê de bi pêş ve biçe û ew têkilî bi temasên dualî, têkiliyên bazirganî û projeyên veberhênanên ve girêdayî ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê Tirkiye kêşeyên xwe di çarçoveya makeqanûnê de çareser bike
    Lavrov:'Tenê Tirkiye li dijî tevlîbûna PYDê ya Cenevreyê derdikeve'
    Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'
    Lavrov: Amerîka nebûya, Tirkiye nikarîbû li Iraqê bê hurmetî bikira
    Lavrov: Tirkiye çima mutefiqên Amerîkayê kurdan bombe dike?
    Etîketan:
    şerê Sûriyeyê, terorîst, têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Qeyrana Sûriyeyê, Sergey Lavrov, Rûsya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de