14:48 18 Hezîran 2018
Turîst

Operatorên rûsî dest bi firotina turên Tirkiyeyê kirin

© Foto : AA/ Gülsem Adam
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Rûsyayê astengiya firînên Tirkiyeyê rakir, operatorên rûsî dîsa dest bi firotina turên Tirkiyeyê kirin û ji îro pê ve dê turîst derbasî Tirkiyeyê bibin.

Moskova — Seroka Yekîtiya Operatorên Turê yên Rûsyayê Maya Lomîdze di daxuyaniyên ji bo medyaya Rûsyayê de ragihand ku operatora turê ya rûsî Biblio Globus bernameya xwe ya firînê wê sibê eşkere bike û di heman rojê de jî dê turîst derbasî Tirkiyeyê bibin.

Avakarê Biblio Globusê Aleksandr Tugolukov ragihand ku em ê krîgerên operatora turê bi firînên şirketa rêya hewayî ya Rossiyayê bişînin Tirkiyeyê.

Piştî xerentî dayînê astengî rabû

Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ajansa hewageriya Rûsyayê Rosaviatsiya firîn û firotina bilêtên Tirkiyeyê qedexe kiribû. Lê piştî rayedarên Tirkiyeyê bergiriyen ewlehî zêdekirin û xerentî dane Rûsyayê, ajansa hewagerî şeve din bi daxuyaniyekê astengiya firînên Tirkiyeyê rakir û şirketên rêya hewayî yên rûsî jî dest bi firotina bilêtan kiribûn.

Berpirsekî ji Wezareta Ragihandinê ya Rûsyayê ji medyaya Rûsyayê re got: "Piştî ku Rosaviatsiyayê li ser axa Tirkiyeyê ji bo ewlehiya welatiyên rûsî xerentî stand astengiya firînan rabû û firotina bilêtan dest pê kir."

Bi heman mijarî:

Rûsyayê astengiya firînên Tirkiyeyê rakir, Aeroflot dest bi firotina bilêtan kir
Erdogan: "Hewldana derbeyeke nû mumkûn e"
Amerîka: Em karişî pêvajoya piştî hewldana derbeyê nabin
Rêxistina Efûyê derbarê ragihandina rewşa awarte de daxuyanî da
Li Kadikoyê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Etîketan:
Seroka Yekîtiya Operatorên Turê yên Rûsyayê, ajansa hewageriya Rûsyaya federal (Rosaviatsiya), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Maya Lomîdze, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de