06:10 22 Sibat 2018
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Em nikarin bingeheke hevpar bi wan kesên serê zarokekî jê dikin re peyda bikin

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevka Wezartea Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapemeniyê ya heftane li dar dixe.

    Moskova — Li gorî agahiyên ku Zaxarovayê dane, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî di 26-27ê Temûzê de dê di çarçoveya civîna Komeleya Neteweyên Rojhilatê Balûrê Asyayê ya(ASENA) dê biçe bajarê Laosê yê ku civîn Lê tê lidarxistin.
    TARÎXA HEVDÎTINA SÛRIYEYÊ YA SÊALÎ DÊ DÛRE DIYAR BIBE

    Zaxarovayê bi bîr anî ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevpişeyê xwe yê Amerîkayê John Kerry li Moskovayê civiyan û banga rawestandina rijandina xwînê li Sûriyeyê kir û diyar kir hefteya bê Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî dê civîneke sêalî ji bo mijara Sûriyeyê pêk bînin. Zaxarovayê diyar kir ku tarîxa civînê dê di d3ure Bê diyarkirin.
    Ji aliyekî din ve, Zaxarvoayê hişyar da û diyar kir ku terorîst hewl didin ku rewşê li derdora Palmîrayê biguherînin.

    EM HÊVÎDAR IN AMERÎKA SOZA DAYE PÊK BÎNE

    Herwiha Zaxarovayê diyar kir ku ew hêvî dikin, Amerîka soza xwe bîne cih ku piştgiriya xwe ji wan dijberên wan "nerme" dibîne" û li deverên El-Nusrayê ye, pêk bîne.

    Ji aliyekî din ve Zaxarovayê behsa zarokê filistînî jî kir ku lîwayên Nûredîn Zengî bi îdiaya têkoşîna li dijî Artêşa Sûriyeyê, ew ser jê kir.
    Zaxarova wiha axivî: Ji xwe ji kincên zarokî diyar e ku êşkence lê hatiye kirin. Bawer nakim ku em bingehekî hevbeş bê peydakirin."


    Herwiha berdevka rûs diyar kir ku ew ji wan nûçeyên kuştina sivîlan di operasyona Minbicê de dilgiran in û teqez kir ku divê lêkolîn li vê bûyerê bê kirin.

    ME BERSIVEKE BERBIÇAV JI TIRKIYEYÊ DERBARÊ QEDEXEYA LI SER ROJNAMEVANAN WERNEGIRT

    Ji aliyekî din ve, Zaxarovayê behsa nûçegihanê Rus Pen TVyê kir ku destûr nestendibû ji bo ku têkeve Tirkiye.
    Zaxarovayê wiha got; "lîsteyeke rojnamevanan di destên Tirkiyeyê de heye ji bo rojnamevanên ku nabe derbasî Tirkiyeyê bibin. Me ji bo rojnamevanên rûs daxuyaniyek ji Tirkiyeyê xwest lê hîn ti bersiveke berbiçav nehatiye."

    HÎN PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ JI MILÎTANAN RE DI ROJEVA ME DE YE

    Herwiha Zaxarovayê derbarê piştgiriya Tirkiyeyê ya milîtanan de jî axivî û teqez kir ku li gel normalîzebûna têkiliyên herdû welatan jî lê hîn ev mijar di rojeva wan de ye. Berdevka rûs derbarê çawaniya rola Tirkiyeyê ya çareserkirina kêşeya Sûriyeyê de wiha axivî: "Tiştê ku ji Tirkiyeyê tê payîn, pirsyarek e ku divê ji Enqereyê bê pirsîn."

    ME XWESTIBÛ KU XIRTINA BALAFIRA RÛSÎ BI AWAYEKÎ CIDÎ Û OBJEKTÎV WERE KIRIN

    Piştî ku pîlotên balafira rûsî xistibû, di pêvajoya piştî derbeyê de hatin girtin, Zaxarovayê derbarê mijarê de teqez kir ku ew ê her bixwazin ku kesên ev tişt kiriye, bê sizakirin û wiha dewam kir: "Me ji aliyê Tirkiyeyê ji roja ku ev bûyer qewimî de, xwestibû ku lêkolîneke cidî û objektîv ji bo vê bûyerê pêk were."

    DIVÊ DI ÇARÇOVEYA MAKEQANÛNÊ DE BIN
    Herwiha Zaxarovayê derbarê pêvajoya piştî hewldana derbeya leşkerî de, teqez kir ku divê her tişt di çarçoveya makeqanûnê de pêk were û jê neyê dûrketin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: "Navê pîlotên rûsî dê qet neyê jibîrkirin"
    Zaxarova, rojeva Konseya Rûsya û NATOyê eşkere kir
    Zaxarova: "NATO amadehiya şerekî tüne dike"
    Zaxarova: ‘Zindî kirina têkiliyên Rûsya-Tirkiyayê ji bo me girînge'
    Zaxarova: "Tirkiyeyê gaveke rast avêt"
    Zaxarova: "Di vexwendina wezareta Tirkiyeyê de tu peyam tuneye"
    Zaxarova:'Gelo Erdogan di axaftina behsa xeletiya kîjan pîlotî dike, tirk an rûs?'
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûysa û Tirkiyeyê, Komeleya Neteweyên Rojhilatê Balûrê Asyayê, Mariya Zaxarova, John Kerry, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de