03:24 24 Sibat 2018
Zindî
    Balafira Tu-22M3

    Rûsyayê li dijî DAIŞê operasyonek nû pêk anît

    © Flickr/ Dmitry Terekhov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê ya ji cureya Tu-22M3ê li Sûriyayê dijî çeperên rêxistina terorîst DAIŞê operasyon li dar xistine.

    Moskova — Li gorî daxuyaniya Wezaretê, 6 balafirên bombebaranê yên Tu-22M3 ku ji baregehên Rûsyayê firiyan, li Sûriyê bombe bera ser hedefên DAIŞê dane.

    Di çarçoveya istixbarata bidestketî, li bajarokên Arak û Es Suhanayê yên li rojhilatê Palmîrayê û li bajarokê El Tayba yê Humsê, du avahiyên rêvebiriya DAIŞê û hin cebilxaneyên wan hatin tunekirin û herweha komeke çete hatin kuştin.

    ​‘SU-35AN, TU-22M3Ê PARASTIN'

    Tu-22M3 li gorî saeta Moskovayê di 05.00ê de derketin rê û ji hêla balafirên şer ên Su-35an ve hatin paraskin ku ji baregeha Hmeymimê ya Sûriyê rabûn.

    ‘DI ÇARÇOVEYA XEBATÊN KEŞFÊ DE ÇEPERÊN NÛ YÊN DAIŞÊ DERKETIN HOLÊ'

    Di vê navberê de, hate ragihandin ku di serî de xebatên ji fezayê tên kirin û yên din ên keşfê, rê li ber tespîtkirina hedefên nû vedikin. Ev jî dibe sedema êrîşên hewayî li hemberî DAIŞê bên kirin.

    ​‘HEVPEYMANA NAVDEWLETÎ BERIYA OPERASYONÊ HATE AGAHDARKIRIN'

    Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku beriya operasyonê agahî dane hevpeymana Navdewletî û hate diyarkirin ku piştî wezîfeya balafirên rûsî li Sûriyê qediya, balafir vegeriyan baregehên xwe yên li Rûsyayê.

     

    Bi heman mijarî:

    Balafira rûsî Tu-22 ji Sûriyeyê vegeriya
    Etîketan:
    operasyon, Balafirên Su-35S, Balafirên Tu-22M3, DAIŞ, Wezareta Parastina Rûsyayê, Hums, El Tabya, Es Suhana, Arak, Sûriye, Palmîra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de