02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Tirkiye - NOTA - al

    Parlementerê rûs: Bila Tirkiye ji NATOyê veqete

    © AFP 2018/ BENOIT DOPPAGNE
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Komîteya Parastina Dumayê ya dewleta Rûsyayê Vladimir Komoyedov ragihand, di vê fersenda dîrokî de, pêwist e ku Tirkiye ji NATOyê derkeve.

    Navenda Nûçeyan — Vladimir Komoyedov teqez kir divê Erdogan berî NATO biryarê bide ku Tirkiyeyê ji nava hevalbendiyê derxîne, ji NATOyê veqete û wiha dewam kir: Amerîka û Yekîtiya Ewropayê gelek caran Erdogan hişyar kir û tehdîd lê kir ku fişara xwe li ser dijberiyê berdewam bike, ew ê Tirkiyeyê ji NATOyê derxînin. Eger Erdogan hîn jî guh li vê ‘koro'yê bike, ew ê ji bo xurtkirina pozisyona xwe li Rojhilata Navîn, fersendeke dîrokî wenda bike".

    Ji aliyê dî ve, Komoyedovî diyar kir ku divê Erdoganê ku êdî fêm kiriye ku hinek kes hene dixwazin wî bikujin, derûniya xwe biguherîne. Divê Erdogan dev ji bazîtiyê berde û bibe kevoka aştiyê. Kesên aştîxwaz jî dibin serok.

     

    Bi heman mijarî:

    NATO dê 10 hezar leşker sewqî Polonyayê bike
    Lîtvanya: NATO welatê Rûsyayê ji DAIŞê zeftir wek tehdît dibîne
    Gruşko: "Normalbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê NATO dilrehet kir"
    Zaxarova: "NATO amadehiya şerekî tüne dike"
    Hollande: NATO li dijî Rûsyayê ne êrîşkar e
    Etîketan:
    NY, Amerîka, Tirkiye, NATO, Recep Tayîp Erdogan, Vladimir Komoyedov, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de