12:54 25 Hezîran 2018
Hewldan - teşebus - derbe - leşker

Rûsya beriya derbeyê bi saetan Erdogan hişyar kir

© Foto: AA
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Li gorî ajansa nîv fermî ya nûçeyan a FARSa Îranê, Rûsya beriya hewldana derbeya leşkerî bi çend saetan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hişyar kir.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya FARSê, li Enqereyê hinek çavkaniyên dîplomatîk derheqê mijara derbeyê de daxuyanî dane çapemeniya erebî. Hat îdiakirin ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derheqê amadebûna derbeyeke leşkerî de agahî da dezgehê îstîxbaratê yê Tirkiyeyê.

Dîplomatan di daxuyaniya xwe de ragihandin, leşkerên Rûsyayê ku li herêmê bûn hinek pêwendî tespîtkirin û piştî şîfreya axaftinan zelal dikin tê fêhmkirin ku artêş dixwaze li hemberî Enqereyê derbeyeke leşkerî pêk bîne.

Erdogan bigirin an jî bikujin

Hat ragihandin ku di nava axaftinên leşkeran de fermana kuştin an jî girtina Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ku li Marmarîsê bû hatibû dayîn.

Dîplomatan negotin ka leşkerên rûsî çawa ev sînyalên leşkerê Tirkiyeyê çawa tespîtkirine, lê pergala Hêza Hewayî ya Rûsyayê ku niha li baregeha Hmeymîma Sûriyeyê heye ku van sînyalên axaftinên Tirkiyeyê bigire.

Bi heman mijarî:

Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Ji bo lêkolîna hewldana derbeya leşkerî li parlamentoyê komîsyon tê avakirin
Etîketan:
Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de