20:24 27 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

Moskovayê di derbarê Erdogan û balafira Sû-24ê de daxuyanî da

© Foto : AA/ Yasin Bülbül
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Komîte ya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Cabarov anî ziman ku Erdogan hewl dide ku berpirsyariya xistina balafira Sû-24ê ya Rûs têxe stuyê artêşê.

Moskova — Cabarov ji bo Sputnikê axivî û dest nîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogam hewl dide ku rewşa piştî hewldana derbeyê bikar bîne û dixwaze berpirsyariya xistinê ya balafira Rûsyayê têxe stuyê artêşê.

Cabarov got "tê xuya ku Erdogan dixwaze nîşan bide ku biryara xistinê ya balafira Sû-24ê ji aliyê leşkerên tevlê hewldana derbeyê bûn, hatiye girtin û bi vî awayî hewl dide ku berpirsyariya qeyrana peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê têxe stuyê wan leşkeran."

Senatorê Rûs Cabarov anî ziman ku ew ji desteserkirina berpirsyarên kuştina pîlotên Rûs kêfxweş in û got ew hêvî dikin ku tawanbar wê derkevin hemberî dager û werin darizandin.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Yûnanistanê daxuyanî derbarê keştiyên wenda yên Tirkiyeyê de dan
Firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê îsal neyên destpêkirin
Rûsya: Dahatûya projeya Turk Akimi heye
Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
Etîketan:
xistina balafira cengî ya Rûsyayê, daxuyanî, Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimîr Cabarov, Recep Tayîp Erdogan, Moskova, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de