06:41 28 Gulan 2018
Turîst

Ji Rûsyayê bo firînên charter daxuyaniyeke nû

© Foto : AA/ Yunus İÇEN
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Seroka Yekîtiya Operatorên Turên Rûsyayê (ATOR) Maya Lomîdze ragihand ku heke rewşeke xeternak rû nede dibe di nava meha tebaxê de firînên charter ên Rûsya û Tirkiyeyê werin destpêkirin.

Moskova — Seroka Yekîtiya Operatorên Turên Rûsyayê (ATOR) Maya Lomîdze ragihand ku heke rewşeke xeternak rû nede dibe di nava meha tebaxê de firînên charter ên Rûsya û Tirkiyeyê werin destpêkirin. Lomîdze, nûçeya ku sibehê rojnameya İzvestiyayê weşandibû û gotibû dibe firînên charter îsal neyên destpêkirin derewand.

Rojnameya İzvestiyayê nûçeya xwe spartibû daxuyaniya Maya Lomîzde û gotibû dibe îsal firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê neyên destpêkirin û dibe di sala 2017an jî pêk neyê. Lê Lomîdze di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Rossiiskayayê de ev nûçe derewand.

Maya Lomîdze di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Ev civîna navbera heyeta wezîrên Rûsya û Tirkiyeyê di 14ê Tîrmehê li Moskovayê berî hewldan derbeya leşkerî pêk hat. Ji bo vê girîngiya pirsên me piştî hewldana derbeya leşkerî 3 qatan zêdetir bû."

Seroka ATORê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Her çikas demsala turîzmê ber bi dawiyê ve jî diçe hê jî turîstên rûsî aktîf in, paketên turan ê Tirkiyeyê distînin û dev ji vê daxwaza xwe bernedane."

Bi heman mijarî:

Firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê îsal neyên destpêkirin
Dibe balafirên charter her meh 80 hezar turîstên rûsî bighînin Tirkiyeyê
Firîna charter a ji Rûsyayê ber bi Tirkiyê ve, hate betalkirin
'ji St. Petersbûrgê ji bo Antalyayê firînên charter yên pêşîn diyar bû'
Firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê dest pê dikin
Etîketan:
Destpêkirina firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Seroka Yekîtiya Operatorên Turên Rûsyayê (ATOR), Maya Lomîdze, Tirkiyeyê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de